Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Salona Sporê ya Sînan Erdem beşdarî çalakiya "Hevdîtina Tokatiyan" bû li vir axivî.
Erdogan der barê du endamên ewlehiyê yên ji ber ku di serdema serokwezîrtiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de cîhaza guhdarîkirinê danîn ofîsa wî ya xebatê û dû re li Romanyayê hatin girtin û ew îadeyî Tirkiyeyê kirin de wiha axivî:
"We anî cîhazê guhdarkirinê danî ofîsa serokwezîr ku serokwezîr bi kîjan wezîrî re, bi kîjan serokê navneteweyî re çi diaxive. Hûn nebûn ku we ev dişopand? Madem tu wisa durust bûyî, tu mensûbekî ewlehiyê yî, wezîfedarekî li cem serokwezîr î. Te ji kêngê û pê ve dest bi ajantî û sîxuriyê kir? Pekî tu çima direvî diçî? Hûn birevin herin ku em ê we bigrin. Va ye hûn revîn û çûn Romanyayê û li wir hatin girtin. Me gotibû ku 'em ê van ji şikeftên wan derxin' û niha ji şikeftên xwe tên derxistin"
Erdogan got ku piştî ku gel serokomar hilbijart, li Tirkiyeyê heyameke nû dest pê kir.
Erdogan bi bîr xist ku di 7ê hezîranê de hilbijartina parlementeriyê wê were kirin û wiha dewam kir:
"Bi hilbijaritina Serokomariyê ve me di dîroka komarê de dest bi heyameke nû kir. Êdî we serokomar hilbijart, millet hilbijart. Dewra pergala parlementeriyê li ber kutabûnê ye. Îşareta ewil ya Tirkiyeya nû 10 tebaxê bû. Vê gavê li pêşiya me di 7ê hezîranê de hilbijartinek heye. Divê em vê hilbijartinê di rêya Tirkiyeya nû de ji bo makezagoneke nû û pergala serokatiyê bikin firsendekê."
Serokomar Erdogan got ku îro li Sûriyeyê, Iraqê, Misrê, Filistînê, Libyayê û Yêmenê bûyerên ku diqewimin perçeyeke vê ye û wiha dewam kir:
"Bi heman awayî em îro hewl didin ku bi pêvajoya çareseriyê ve meseleyê çareser bikin. Ev mesele jî perçeyeke heman têkoşînê ye. Heta ev cepheya şer ku em jê re dibêjin rêxistina paralel, em li welatê xwe û her çar aliyê dinyayê pê re têkoşînê didin. Ev jî perçeyeke pêvajoya dîrokî ya heman têkoşînê ye. Ez vê gavê dipirsim, gelî melayan hûn çima direvin? Ev melana melê ku me li dû wan nimêj dikir nînin? Ev melana cureyeke din in. Hûn çima direvin? Gelo sûcekî we heye, li vir bisekinin, hûn çima diçin?"