ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç wiha got: "Ez baş dizanim ku Xoceefendî gelekî ji me hez dike. Birêz Abdullah Beg û Tayyîp Begî gelekî diecibîne û ji wan gelekî hez dike. Dibêje ev xizmetên ku di heyama AK Partiyê de hatin kirin, divê bi salan beriya niha bihatana kirin. Ji bo ev xizmet di heyama me de hatin kirin, heta şeveqan ji hikûmetê re dia dike. Ji bo ku li Tirkiyeyê demokrasî û mafê mirovan bi pêş ve biçin, her dem nesîhetan dide camîayê."
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç beşdarî bernameyeke qanal 24ê bû û der heqê rojevê de daxuyaniyên girîng dan. Arinç diyar kir hemî partî baş dizanin ku li Tirkiyeyê giraniya terîqetan heye û bi bîr anî ku di heyama Deniz Baykal de hin jinên çarşef li xwe kiribûn û hin endamên terîqetan bûn endamên partiyê û Baykal bixwe rozet bi wan vekir. Arinç wiha dewam kir: "Yanî li welatê me ev bi salan e giraniya terîqetan heye. Ji endaman yên xeletiyan dikin hene lê ev yek nayê wê wateyê ku li welatê me giranî û bandora terîqat û cemaetan tuneye."
Arinç da zanîn ku di nav cemaetê de yên ji bo rizayê Rebbilalemînê Mezin ji dil û can dixebitin hene û wiha pê de çû: "Ciwanên Xwedêtirs digihijînin. Ji bo rizayê Xwedê bi şev û roj dixebitin."
Ji bo pêşveçûna demokrasiyê xîret û xebateke mezin dan
Arinç dest nîşan kir ku beriya referandûma 12ê Îlonê 2010î mal bi mal geriyan û ji her kesî re dan zanîn ka ev referandûm ji bo pêşveçûna demokrasiyê çiqas girîng e û wiha got: "Bi rastî ev bi tenê serê xwe xizmeteke mezin bû. Em îro çi dikin, bi saya rayeyên ku piştî wê referandûmê ketin destê me dikin."
Arinç anî zimên ku wek her kesî mafê cemaetê jî yê rexnekirinê heye û wiha dirêjî da axiftina xwe: "Fethullah Xoceefendî li Amerîkayê dijî. Ji vir, ji wî re xeber diçin û tên. Bi heman şiklî ji wî jî, ji birêz Serokwezîr û me re jî xeber tên û diçin. Hin kes hewl didin bi xeberên derew navbera me xira bikin. Lê bila bizanin ku teqez nagihêjin armanca xwe. Lewra him birêz Xoceefendî him jî cemaat ji hikûmeta me gelekî hez dikin û ji me re dia dikin. Jixwe ew ne binyateke siyasî ne. Têkilî siyasetê nabin. Karê wan xizmetkirin e û vê jî pir baş dikin. Ez xizmetên wan diecibînim û wan ji dil û can pîroz dikim."