Hat ragihandin ku Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI), pireyek li Dakûka navçeya Kerkûkê teqand û êdî nabe ku pire bê bikaranîn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, milîtanên DÎŞIyê pireya di navbera gundê Anana û Aştanayê bi bombeyê hilweşand.
Midûrê Ewlehiyê yê Dakûkê Polla Ahmet diyar kir DÎŞIyê pireya ku her du gundan bi hev re girê dida ya 5 kîlomêtro li rojavayê navçeyê ye bi bombeyan hilweşand.
Ahmet destnîşan kir ku mlîtanên DÎŞiyê ji bo ber li operasyonên artêş û milîsên şiî bigrin, pire bombe kir û wiha pê de çû: "Artêş li Amîrlî, Silêymanbeg û Yengîceyê biser ket, DÎŞI naxwaze ku li vir jî artêş bi ser bikeve. Ji ber vê yekê pireyê bombe kir. Di encama bûyerê de tu kes nemir û birîndar nebû. Herêm aniha bi ewle ye. Tirs ket dilê komên çekdar. Hêzên ewlehiyê jî ji bo herêmê ji destê DÎŞIyê bistînin amadehiyan dikin."