ÎSTANBUL
Namzedê Serokomariyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li salona Navenda Kongreyê ya Halîçê "Belgeya Vîzyona Tirkiyeyê ya Serokomariyê" eşkere kir û axivî.
Erdogan di axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî bibe serokomar jî dê piştgiriyê bide pêvajoya çareseriyê û wiha got: "Xwedê bêje erê û ez bibim Serokomar, ji bo ku pêvajoya çareseriyê xurt bibe û bidome, bi hemû sazî û aliyên civakî ve em ê xwedî li pêvajoya çareseriyê derkevin. Yanê dema ez bibim serokomar jî ez ê pêvajoyê bişopînim û piştgiriyê bidim. Em ê vê projeya biratiyê, pêşvebirinê û avakirina demokrasiyê bi hev re bigihînin encamê."
Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser Peşnûmaya Pêvajoya Çerseriyê ya ku li TBMMyê hat qebûlkirin û wiha axivî: "Ez dikarim bi kêfxweşî bêjim ku Tirkiyeya berê guherî. Mijara terorê pirsgirêka Tirkiyeya berê bû. Înşellah me vê meseleyê jî çareser kir û em çareser dikin. Zagona ku do li TBMMyê hat pejirandin di çareserkirina meseleya terorê de heyameke nû vekir. Ji bo bihêzkirina biratiyê tekoşîn ahat astekê û êdî ji nav mesleyên herî girîng ên Tirkiyeyê derdikeve."
Namzedê Serokomariyê Erdogan li ser rêxistina paralel (Tevgera Fethullah Gulen) jî sekinî û diyar kir ku rê nedane çete û rêxisitinên parelel û wiha got: "Em rê nadin çeteyên ku xizmet û nirxên perwerdeyê îstismar dikin û di nav dewletê de bi cî dibin, piştgiriyê didin derbeyê û bêbextiyê li gel û dewletê dikin. Me rê neda çeteya ku ji Pensilvanyayê tê îdarekirin û xwestin Tirkiyeyê bikin bin wesayetê."