16 Adar 2016•Rojanekirin: 16 Adar 2016
MÊRDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê operasyona ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û hêzên ewlekariyê gel hev dijî terorîstên PKKyî yên ku gefan li ewlehiya can û malê gelê herêmê dide dabû destpêkirin, dewam dike.
Li herêmê ji bo qefaltina endamên PKKya rêxistina terorê, sergirtina kozikan, rakirina berîqatan qedexeya derketina derva hat îlankirin û Hêzên Çekdar yên Tirk û endamên ewlekariyê di 14ê adarê da operasyon da destpêkirin.
Di çarçoveya operayona ku dewam dike da heta îro polêsek cangorî bû û 3 terorîst hatin kuştin. Hêzên ewlehiyê li herêmên ku kontrola wan bidestxistin da ji aliyekî va berîqatan radikin ji aliyê din va di xaniyên ku terorîstan ew bi kar anîn da lêgerînê dikin.
- Operasyona ewil 5 meh berê hat kirin
Nêzî 5 meh berî niha li taxa Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehirê yên ser navçeyê hejmarek zêde kozik hatin vedan û li ser rêyan berîqat hatin danîn. Li 4 taxên herêmê di 1ê kewçêra 2015an da qedexeya derketina derva hat îlankirin û qedexeyê 6 roj kişand.
Di çarçoveya operasyonên li herêmê da ji ber ku êrîşên terorê dewam dikirin, di dîrokên cuda cuda da 7 car qedexeya derketina derva hat îlankirin. Piştî qedexeya derketina derva hêzên ewlehiyê li ser gelek kozikan de girtin û berîqat rakirin.
Herî dawî di 14ê kanûna 2015an da li taxa Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehirê qedexeya derketina derva hatibû îlankirin û di 21ê kanûnê de li seranserê navçeyê qedexe hatibû îlankirin û qedexe heta 24ê kanûnê berdewam kiribû.
- Li 6 taxan kozik hatin vedan
Endamên PKKya rêxistina terorê piştî operayonan ji bilî van 4 taxan li taxa Kişla û Zeynel Abîdîn ên ser sînorê Sûriyê jî kozik vedan, berîqat danîn û teqemenî bi cih kirin.
Li 6 taxên navçeyê zêdetirî 400î kozik hatin vedan, berîqat hatin danîn û li navçeyê hejmareke zêde teqemenî hatin bicihkirin. Li herêmê di nav da mensûbên qadroya çiya yên rêxistina terorê jî nêzî 350yî terorîst hene.
- Gelê herêmê ditirse
Gelê navçeyê yê ku ji êrîşên terorî ditirse ji herêmê koç dike. Niştecihên ku ji navçeyê koç dikin di serî da li bajarê Mêrdînê û bajarê wek Stenbol, Îzmir, Mêrsîn û Edenê bi cih û war dibin.
- Xebatên tendûristiyê dewam dikin
Ji bo niştecihên ku li herêmê man jî xebatên tendûristiyê tên kirin. Ji bo welatî mexdûr nebin, bên tedawîkirin û pêdiviyên wan ên tendûristiyê bên bicihkirin bergirî tên hildan.
Li herêmê digel Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê dermanfiroşek jî vekirî ye. Walîtiya Mêrdînê ji bo kesên ji herêmê man erzaq, ava vexwarinê, paç û mamayê zarokan temîn dike. Aşiya zarok û bebekên li navçeyê jî tê teqîbkirin û ji bo kesên ku nexweşiyê wan ên kronîk hene jî tewdîr tên hildan.
- Anonsên ji bo tehliyekirinê
Ekîbên hêzên ewlekariyê serê sibê li hin taxên ku tê texmînkirin welatî lê mane anons kir û ragihand ku ji bo welatiyên ku di malê xwe da mane korîdora ewlehiyê hat çêkirin û yên ku dixwazin bila derbikevin. Hat diyarkirin ku tu kesî bersiv neda anonsan.
Li navçeya ku qedexeya derketina derva dewam dike, wesayît li cihên ewlehiyê tên sekinandin û piştî kontrola hêzên ewlehiyê derdikevin dervayî navçeyê, destûrê nadin ku wesayit têkevin navçeyê.