15 Adar 2016•Rojanekirin: 16 Adar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Azerbeycanê Îlham Alîyev piştî ku li Kulliyeya Serokomariyê rûbirû hatin bal hev û şûnda beşdarî 5emîn Konseya Hevkariya Stratejîk a Pilebilind a Tirkiye-Azerbeycanê bûn.
Dû ra di navbera herdu welatan da "protokola hevguhastina personelê leşker-sivîl a di warê civakî û çandî da, rêkeftina pêkanîna derfeta xebata sûdwer a seba neferên malbata peywirdarên konsolosxane û mîsyona dîplomatîk, rêkeftina hevkariya di warê lêkolînên edlî da, rêkeftina guhastina bawernameya ajovanan û naskirina wê ya dualî, protokola hevkariya teknîkî û danezana hevpar a civîna konseya hevkariya stratejîk a pilebilind a pêncemîn" hatin îmzekirin.
Di civîna li dû merasîma îmzeyê da Erdogan wiha dest bi axaftina xwe kir, "Ez spasdarê birayên me yên ji Azerbeycanê me ku digel me hevkariyeke xurt kirin."
Erdogan da bibîrxistin ku di rastiyê da 5emîn Konseya Hevkariya Stratejîk a Pilebilind a Tirkiye-Azerbeycanê dê li Bakuyê pêk bihata, lê ji ber êrîşa terorê ya li Enqereyê, Aliyev digel şandeya xwe biryara hatina Enqereyê da.
Serokomar Erdogan der barê êrîşa terorê ya li Enqereyê da jî wiha got, "Êrîşa ku roja yekşemê hat lidarxistin, li dijî tevayê Tirkiyeyê, li dijî 79 milyonî bû. Rêxistina terorê bi vê êrîşê rûyê xwe yê canî û bêşeref careka din nîşan da. Bi vê êrîşê xwestin tirsê bixin nava gelê me û bihêlin ku Tirkiye dev ji hedefên xwe, ji rêrewa xwe û îdiayê xwe berde. Lê belê wê qet bi ser nekevin. Ev tişt ne mumkun e. Ewên ku terorê weke maşikê bi kar tînin, ewên xwîna masûman dirijînin, wê qet nikarîbin pişta Tirkiyeyê bitewînin, bilekis wê pişta wan bitewe.
Erdogan axaftina xwe wiha domand:
Piştî êrîşa terorê ya li Enqereyê piştevaniya ku Ezerbeycanê nîşan da nîşana dostiya roja reş e. Kesên ku piştgiriya ji terorê ra wek azadiyê nîşan didin dema ku hê cinazeyên me nehatine rakirin ketin pey ranta siyasî, dibê ji vê peyama biratiyê dersekê bistînin. Bûyerên wiha û bertekên ku tên nîşandan rayê didin ku mesele yekbûyîna cî nîne mesele yekbûyîna rih û dil e."