ANKARA
Li gor agahiyên ku hatin hildan operasyona rizgarkirina dîlên Mûsilê bi destê Serokatiya Daîreya Operasyonên Derva (DOP) ya Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) ve wekî "operasyoneke xwemalî" hat kirin.
MÎTê piştî ku li Mûsilê welatiyên Tirkiyeyê dîl ketin, hemû operasyonên dîlan yên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) yên li herêmê analîz kirin û li gor vê tevgerê stratejî ava kir û gihîşt armanca xwe.
Serokwezîriyê jî li gor van xebatan sitratejiyek ava kir û di çarçoveya operasyona xwemalî de, bi wezîfedarên profesyonel û çavkaniyên herêmî, wesaîtên bêmirov û amûrên ragihandinê yên elektronîk kir dewreyê û bi vê sayê daxwaza xwe bi cih anî.
Xêra van xebatan ewilî di rizgarkirina 31 şofêrên tiran yên ku li Iraqê dîl ketibûn de xwe nîşan da.
Di çarçoveya rizgarkirina 49 dîlgirtiyên konsolosxaneyê de herî zêde canê xebatkaran hat parastin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin kesên ku li Mûsilê rehîn hatibûn girtin li Mûsilê 8 caran cihên wan hatin guherandin û ev tevger jî her tim bi balafirên bêmirov û hacetên din ve hatin şopandin.
Tirkiyeyê ji bo rehîneyên li Mûsilê tu fidye neda, ji bo serbestberdana wan jî tu şert û mercên ku hatin pêşniyazkirin qebûl nekir.
Di agahiyên ku hatin hildan de dîlgirtiyên li Mûsilê heta îro 5-6 caran hatin ber asta xelaskirinê lê ji ber şert, merc û şerê ku li herêmê didome ev yek pêk nehat û operasyon ma îro.
Di operasyona dawîn a xelaskirina dîlgirtiyan de ji ber şerê di navbera DÎŞI û PYDê de derengî ket.
Dîlgirtiyên ku hatin rizgarkirin ji ser Tel Ebyad a Sûriyeyê ya ku di destê DÎŞIyê de ye anîn Tirkiyeyê.