ANKARA
Li paytext Enqereyê paneleke bi navê “Li Rojhilata Navîn Dema Guhertinê” panelek hat lidarxistin. Di panelê de behsa geşedanên dawîn ên herêmê û rewşa kurdan hat kirin.
Di panela ku moderatoriya wê Prof. Dr. Bîlal Sambur kir de, Nivîskar Alî Bayramoglu, Akademîsyen Dr. Arzu Yilmaz, Nivîskar û Rojnamevan Faysal Dagli û Akademîsyen Prof. Dr. Ferhat Kentel axivîn.
Moderator Bîlal Sambur xêrhatin da guhdarvanan û got ku ev panel panela Basnewsê ya duyemîn e û wiha axivî: “Rojhilata navîn pir dewlemend e û gelek gel û nijadên ji hev cûdatir li vir dijîn. Lê mixabin niha şer û pevçûn li ser vê erdê heye. Peyva Rojhilata Navîn ji xwe binavkirineke sanal e û ji bo ku ev rewşa sanal dewam bike hewl tê dayîn. Her çiqas hewl bê dayîn ku parastina sînoran, yekîtiya axan çêbibê jî, hewcedarî heye ku hin guhertin çêbibin. Hêza kî hebe ew dixwaze bi erka xwe vê erdnîgariyê biguherîne. Lê ev erdnîgarî bi nasnameyên xwe, bi dînê xwe, bi nijada xwe ve cihekî azad e. Divê bê asîmîlasyon, şer û pevçûn mirov bijîn.”
Sambur got ku li Rojhilata Navîn têkoşînek tê dayîn ku qedera wê ji nû ve bê nivîsandin, ji bo vê jî şer, pevçûn, top û tiving tê bikaranîn û wiha dewam kir: “Herêma Kurdistana İraqê jî ji bo serxwebûna xwe hewl dide û ji bo vê jî naxwaze şer û pevçûn çêbibe, dixwaze bi rêya aştiyê vê serxwebûnê pêk bîne.”
- "Li Rojhilata Navîn Kurd hene"
Nivîskar Alî Bayramoglu wek axaftvanê ewil di panelê de axivî. Bayramoglu got ku li Rojhilata navîn rêxistinên îslamî hene, hinek ji wan wek îxvan û yên din normal tevdigerin, lê ji wan hinek wek DAEŞê şer û pevçûnê ji xwe re kirine rê û rêbaz û wisa tevdigerin.”
Bayramoglu got ku cihê ku lê vejen û dewlemendî hebe Îran, Amerîka, Rûsya û welatên din hemû dixwazin ku li wir bibin xwedî erk û wiha axivî: “Tişta herî girîng jî li Rojhilata Navîn Kurd hene. Li Herêma Kurdistana İraqê û Rojavayê rêvebirineke sekuler heye, li gor dewletên din ên ereban ev balkêş e. Sedsala 21emîn sedsala kurdan e û tu kes nikare li ber wê astengiyê derxe. Hinek hewl didin li ber wan rê bigrin, lê çiqas bê înkarkirin jî ev sedsal sedsala wan e.”
Bayramoglu anî ziman ku Rojhilata Navîn îslam heye û mirov nikare bê îslamê behsa herêmê bike û wiha pê de çû: “Tişta din jî li herêmê kurd hene û ev sedsal in behsa navê wan nehatiye kirin. Lê niha bê kurdan tu tişt nikare bê kirin. Ya din jî bi kurdan re lihevkirin bi wan re têkilî danîn divê hebe. Li dijî wan tevgerin nebaş e, lewra xêra wê tu kesî re tune.”
"Hin tişt li Rojhilata Navîn diguherin"
Akademîsyen Dr. Arzu Yilmaz jî got ku meseleya Herêma Kurdistana İraqê ya serxwebûnê wek berê li ser Enqereyê, Bexdayê û Şamê nameşe, bi serê xwe ji navendê ev mijar tê axaftin û aktorê sereke bi xwe kurd in, ev jî nîşan dide ku hin tişt li Rojhilata Navîn diguherin."
Yilmaz got ku neteweperestiya kurdan îro bi tenê kurdbûnê û nijadê ve nameşe, li ser Kurdistanê, bedel dayînê ev mesele tê axaftin û wiha dewam kir: “Îro kurdek agahiyên der barê kurd û Kurdsitanê bi tenê herêma ku lê dijîn nas nake. Ew ji her çar perçeyan jî agahdar e, sedema vê jî ew e ku neteweperestiya kurdî çêbûye. Li civaka navneteweyî dema welatan behsa kurdan dikir, digotin kurdê Iraqê, kurdê Tirkiyeyê, kurdê Sûriyeyê. Lê îro ev tişt nayê gotin. Rasterast kurd muxatab tên dîtin. Mînak 130 hevdîtinên dîplomatîk li Herêma Kurdistana İraqê çêbûn. Li hember têkoşîna DAEŞê 60 welat pişgiriyê didin Herêma Kurdistanê.”
Yilmaz anî ziman ku di salên 1990an de di nav kurdan de, di navbera partiyên siyasî de birakujî çêbû û wiha axivî: “Lê îro ji bo kurd û Kurdistanê bedel dayînê ve yekîtiyek çêbû û êdî şerê di navbera wan wek îxanet tê qebûlkirin."
"Tirkiye naxwaze ku PKK li wê herêmê bibe xwedî erk”
Nivîskar û Rojnamevan Faysal Dagli jî got ku berê dema behsa Rojhilata Navîn dihat kirin digotin ku gelên vê herêmê nikarin xwe bi rê ve bibin, divê em wan bi rê ve bibin, lê îro ev rewş guherî, kurd sînorên kurdan diparêzin."
Dagli wiha axivî: “Gelo çima pêvajoya çareseriyê qediya û şer car din pêk hat? Dema mirov sedema vê dinêhêre dibîne ku geşedanên Rojavayê tesîrê li ser vê kir. Ya din jî Tirkiye naxwaze ku PKK li wê herêmê bibe xwedî erk. Peyva Rojavayê ji bo tirkan tê meneya hespa Truwayê. Lê divê Tirkiye li hember kurdan nesekine û ji wan netirse.”
Dagli anî ziman ku Serokê Herêma Kurdistana İraqê Mesûd Barzanî di axaftineke xwe de got ku ew dixwazin wek modela Çekoslovakyayê serxwebûna xwe îlan bikin, ev jî tê wê meneyê ku ew dixwazin bê şer û pevçûn vê pêk bînin û divê rê li ber wan neyê girtin.
- Hîndekarê Zanîngeha Şehîrê ya Stenbolê Prof. Dr. Ferhat Kentel jî got ku di demên dawîn de şer wek tiştekî normal tê dîtin, wisa ku dema tu dibêjî ez şer naxwazim jî ev wek sedema şer tê dîtin. Lê divê ev nebe qedera me."
Kentel anî ziman ku li vê erdnîgariyê hemû dewletên neteweyî asteke modern jîyane û ji ber vê qeyraneke nasnameyê çêbûye û wiha dewam kir: “Ev netew her çiqas bi vê modernîzmê ve rû bi rû mabin jî, di qada jiyanê ya taybet de hewl dane ku taybetmendiyên xwe biparêzin. Mînak dema sergirtin qedexe bû, an jî kurdî axaftin hat qedexekirin mirov li gor wê tevgeriyan û li hember vê qeyrana nasnameyê hebûna xwe parastin.”
Kentel anî ziman ku li vê herêmê gelek tişt li ser sembolan tên temsîlkirin û wiha dewam kir: “Mînak kesek dikare him bibe kurd û him jî bibe elewî, him bibe kurd û him jî bibe misilman, him dikare bibe Diyarbekirî û him jî bibe jin. Yanî gelek nasnameyên me hene û dikarin bi hev re bin, lê wisa nabe. Pirsgirêk tên derxistin û ev jî dibe sedema qeyranên nasnameyan. Ev hemû tişt bûn sedema bêwarbûnê, bêcihbûnê, travmayan. Lê divê em hemû bibin doxtorê hevdu û birînên hevdu derman bikin.”
Piştî axaftina panelîstan guhdarvanan ji panelîstan pirs pirsîn û axaftvanan jî bersîvên pirsan dan.
Nivîskar û lêkolîner Nacî Kutlay, Parlementerê HDPyê yê Wanê Adem Geverî, Rêvebirê TRT Kurdî Mustafa Ekîcî, Parlementerê Berê yê AK Partiyê yê Şirnexê Mehmet Emîn Dîndar, mêvanên ji Almanya, Herêma Kurdistana İraqê û welatên din jî beşdarî panela ku ji aliyê Basnewsê hat lidarxistin bûn.
news_share_descriptionsubscription_contact
