18 Gulan 2016•Rojanekirin: 18 Gulan 2016
WASHINGTON
Balyozê Şamê yê dawîn ê DYAyê Robert Ford diyar kir ku teqez di navbera YPGya ku DYA piştgiriyê didê û PKKê da têkilî heye, dixwazin ku li bakurê welêt dewleta xwe ava bikin.
Di rûniştina "Qirîza li Sûriyeyê: Piçûkkirina qirîzê û gava pey" ya ku li Komiteya Têkiliyên Karên Derva ya Senatoya DYAyê hat lidarxistin da Balyozê Şamê yê dawîn ê DYAyê Robert Ford, Seroka Enstîtuya Aştiyê ya DYAyê Nancy Lîndborg û Direktora Navenda Polîtîkayên Rojhilata Navîn a Enstituya Brookîngsê Tamara Cofman Wittesê xeber dan.
Di rûniştinê da Senatorê Flirîdayê Marco Rubîo yê ku di hilbijartinê da bernamzedê komarparêzan bû paşê vekişyabû piştgiriya ku DYA dide PYDê rexne kir.
Rubîo der barê lihevnekirina di navbera Tirkiye û PYDê da got, "Tirk vê dibêjin: PYDya ku li bakurê Sûriyeyê hewl dide kantonan bigihîne hev ji xwe PKK ye. Lêbelê welatên ku DYA jî tev e dibêjin ku li bakur koma ku dikarin pê ra bixebitin YPG ye û li dijî DAEŞê xwe îspat kiriye."
- "Di navbera YPGya ku DYA piştgiriyê didê û PKKê da têkilî heye"
Ji Ford ra gotin "Nika tişta ku kurd dixwazin bikin ji Efrînê hetanî rojhilatê kantonan bi hev va bikin û dewleta xwe ava bikin wisa nîne? Yanê tişta ku dixwazin dewletavakirin e?" û li ser vê pirsê Fort got, "Rasterast dixwazin li bakur herêma (dewlet) xwe ava bikin. Di vê mijarê da tiştekî nediyar tune. Ji ber vê tirk reaksiyonê nîşan didin. Di navbera YPG ya DYA piştgiriyê didê û PKKê da teqez têkiliyek heye."
Ford diyar kir ku li herêmê komên din ên ku li dijî DAEŞê şer dikin jî hene û wiha axivî: "Li herêmê komên din ên ku hem dijî DAEŞê hem jî dijî Esed şer dikin hene. Piştgiriyeke wek ku dan PYDê nedan wan. Ez bawer nakim ku di têkoşîna dijî DAEŞê da tu kes nikaribe dewsa YPGê tijî bike."
Li ser vê Rubîo axivî û diyar kir ku di îlona sala par da beriya midaxeleya ûrisan komên mixalif ên ku alîgirê cîhadê nînin gelekî pêş ketibûn û li ser vê Rûsyayê ji hewayê dest bi êrîşan kiribû.
- "Heta ku Esed desthilatdar be aştî nayê Sûriyeyê"
Rubîodestnîşan kir ku li Sûriyeyê bi sed hezaran însan mirin û got ku heta Esed desthilatdar be li Sûriyeyê aştî çênabe.
Rubîo diyar kir ku di mijara Sûriyeyê da dem dema qalkirina rastiyan e û wiha got: "Dibe ku civakên li Sûriyeyê ji bo pêşerojeke hevpar neyên cem hev."
Ford diyar kir ku rewşa li Sûriyeyê zehf tevlihev e û got ku digel DYAyê tu aktoreke dinyayê nikare bi tena serê xwe qeyrana li Sûriyeyê çareser bike.
Ford der barê "peymana sekinandina pevçûnan" da diyar kir ji ber ku tu sepandinek tuneye dema peyman were binpêkirin tu qîmeta wê tuneye û wiha xeberda: "Heta ku ji hêla leşkerî va zorê nedin Esed nayê ser rê. Ji ber vê divê li Sûriyeyê alîkariyeka hê zêde bidin mixalifan."
Ford diyar kir ku DYAyê ragihand ku wê tenê 10 hezar penaberî qebûl bike û got ku ev jî zehf kêm e.
Nancy Lîndberg destnîşan kir ku herî zêde rejima Esed alîkariya însanî yên navneteweyî ku diçin Sûriyeyê bloke dike û got ku divê ev mijar di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) da were rojevê.
Ford jî bal kişand û got ku heger di KENYê da mijara alîkariya mirovî ya seba Sûriyê were rojevê, evê bibe pêngaveke muhîm û wiha dewam kir, "Bi vî awayî heger Rûsya biryareke li wir veto bike, li hemberî raya giştî ev tevgera wî dê were vê wateyê, 'Ez piştgiriya Esed dikim' û 'Ez rê li ber çûyîna van alîkariyan digirim'."
Tamara Cofman Wittesê jî destnîşan kir ku armanca sereke ya Îranê berdewamkirina serweriya Esed e û got ev jî dibe sedem ku şer dirêj be.
"Herêma ewle dibe ku dîsa bê rojevê"
Wittesê di nava hevokên xwe yên nirxandina krîza penaberan da wiha got, "Heger rêkeftina rawestandina pevçûnên mewcûd jibinîva têk biçe, wê demê dibe ku 'herêma ewle' dîsa were rojevê."
Wittesê bal kişand ku pêngava Zîrveya Mirovî ya Cihanî ku dê di 23-24ê gulanê da li Stenbolê were lidarxistin, gelekî girîng e û wiha got, "Vêga krîzeke mirovî ya kurewî heye. Ji ber hindê her gav, girîng û watedar e."
Herwisa Wittesê bal kişand ku rêveberiya Obama 4 salên xwe yên dawîn seba ku Rûsyayê di mijara Sûriyê da qanî bike xerc kir û wiha dawî li gotinên xwe anî, "Lê DYA di vê babetê da bi ser neket."