Muhammet Kurşun
13 Hezîran 2017•Rojanekirin: 14 Hezîran 2017
BATMAN
Mehmet Alî Aslanê Parlamenterê HDPyê yê Batmanê di çarçoveya lêpirsînekê de hat binçavkirin û piştî ku îfadeya wî girtin ew serbest hiştin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, parlamenter Aslan di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Batmanê va tê meşandin de bi hinceta "endamtiya rêxistina terorî ya biçek" û "propagandaya rêxistina terorî" va hat binçavkirin û birin edliyeyê.
Aslan piştî îfadeyê serbest ma.