Muhammet Kurşun
13 Hezîran 2017•Rojanekirin: 14 Hezîran 2017
SILÊMANÎ
Hat ragihandin ku Parlamentoya Herêma Kurdisanê di demeke nêzîk de dê were aktîfkirin.
Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku PDK û YNK li ser aktîfkirina parlamentoyê li hev hatine.
Li gor daxuyaniya Nivîsîngeha Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê Selaheddîn Bahaeddîn parlamento van nêzîkan dê aktîf bibe.
Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku parlamento bi destê serokatiya mewcûd aktîf dibe û wezîrên Goranê jî vedigerin nav hikûmetê.
Li gor Yekgirtûyê PDK û YNK piştî civîna îro li hev hatine û Sekreterê Yekgirtûyê jî jê agahdar kirine.
Parlamentoya Kurdistanê ji Çiriya Paşîn a 2015an vir be girtî bû.