İbrahim Atmaca
28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
ANKARA
Ahmet Ozelê parêzerê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan îdiayên Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPê yên di komcivînê de derewand û got ku "Îdiayên ku K. K der heqê muwekîlên min da tîne ziman tev derew in, delîlên wî yên ku nîşan dide jî tev sexte ne. Divê Kiliçdaroglu heta xilasbûna saeta mesaiyê wan kaxizên di destê xwe da bide Dozgeriya Komarê û gilîdar bibe."
Ozel digel Serokomar Erdogan wekî parêzerê kurê Ahmet Burak Erdoganê kurê wî, Mustafa Erdoganê birê wî, zavayê wî Ziya Îlgen, xinamiyê wî Osman Ketencî, karsaz Mustafa Gundogan jî der heqê îdiayên Kiliçdaroglu yên di komcivîna partiya wî de daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Kiliçdaroglu îro di komcivîna partiya xwe de îdia kir ku miwekkilên wî xizmên Serokomar Erdogan pere şandine şirketeke li derveyî welêt û hin kaxizên îdia kir ku belge ne jî ji kurisya komê nîşan da.
Di daxuyaniyê de ev hatin gotin:
"Îdiayên ku K. K der heqê muwekîlên min da tîne ziman tev derew in, delîlên wî yên ku nîşan dide jî tev sexte ne. Kiliçdaroglu kaxizên ku nîşan da divê demildest bi raya giştî re parve bike. Herwiha Birêz Mustafa Gundogan karsazek e û tu carî nebûye katibê taybet ê Birêz Serokomarê me. Herwiha divê Kiliçdaroglu heta xilasbûna saeta mesaiyê wan kaxizên di destê xwe da bide Dozgeriya Komarê û gilîdar bibe.
Miwekkilên me tu carî li welatê ku tê îdiakirin ji şirketa ku tê îdiakirin re perekî wisa neşandine. Diyar e ku Serokê Giştî yê CHPê K.K ji FETOya ku ew anî ser wê meqamê deynê diyetê dide. Kiliçdarogluyê ku berê jî kaxizên ku FETOyê xistên destê wî de hejand û dema ku kaxiz sexte derketin jî şerm nekir niha mohra xwe li skandaleke nû xistiye. K.K carek din ketiye dafika FETOyê û hatiye rezîlkirin. Em dubare dikin: Kiliçdaroglu kaxizên di destê xwe de demildest divê bide saziya çapemeniyê ya ku dixwaze, bide Serdozgeriya Komarê û gilîdar bibe. Em car din destnîşan dikin ne tu pereyê Birêz Serokomarê me ne jî yê malbata wî li derveyê welêt tune. Dê der heqê K.Kyê ku bi belgeyên sexte û agahiyan ji ser miwekkilên me der heqê Birêz Serokomarê me de bêbextiyan dike û sûîqasta îtibarê dike de serî li rêyên qanûnî bê dayîn û dê li hember darazê hesaba bêbextiyan bê pirsîn"