20 Tebax 2016•Rojanekirin: 20 Tebax 2016
ANKARA
Pêşnûmaya ji bo peymana di navbera Dewleta Îsraîlê û Komara Tirkiyeyê da di Lijneya Giştî ya Meclisê da hat qebûlkirin.
Li gor peymanê wê Îsraîl tezmînatê bide malbata kesên ku di 31ê gulana 2010an da di bûyera Mavî Marmarayê da mirin. Îsraîl wê 20 milyon dolari razîne hesabê ku Tirkiye vedike.
Tirkiye wê hesabê pere bi rêyên diplomatîk ragihîne Îsraîlê. Îsraîl piştî ku peyman ket rewacê divê di nav 25 rojan da pere razîne hesab.
Belavkirina pere di dest û rayeya Tirkiyeyê da ye û Hikûmeta Îsraîlê berpirsiyar nîne.
Hemû teref wê ji mueyyîdeyên cezaî mûaf bin.
Bi peymanê va Îsraîl, kesên ku ser navê Îsraîlê tev digerin, welatiyên Îsraîlê ji hemû ceza û tiştên hiqûqî yên li Tirkiyeyê muaf tên girtin.
Sazî û kesek an jî saziyeke tirk ku ji hikûmeta Îsraîlê an ji saziyekê an jî ji kesekê welatiyê Îsraîlê pereyan an jî tiştekê din bixwaze hikmên ku li jorê hatine nivîsandin mêze nakin û hemû mesrefên Îsraîl, kesên ku ser navê Îsraîlê tev digerin, welatiyên Îsraîlê ew ê bi destê Tirkiyeyê bên dayîn.
Eva peymana ewê dema ku usilên hiqûqa navxweyî ya ku hewce dike bê temamkirin û herdu alî bi rêyên dîplomatîk ji hev ra bigihînin û biryar bê hildan yê têkeve rewacê.
Piştî qebûlkirina peymana bi Îsraîlê ra pêşnûmaya qanûna lihevkirina tevkariya vejenê ya di navbera Tirkiye û Venezuelleyê da jî hat qebûlkirin.