Abdullah Tel
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
MECLIS
Li Parlamenterê HDPyê yê Stenbolê Ahmet Şik berwext ji bo du rûniştinan ji Meclisê hat dûrxistin.
Di Lijneya Giştî ya Meclisê da axaftinên li ser beşa ewil a Pêşûmaya Qanûnê ya Der Barê Guherîna Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê û Hin Qanûnan da ku di nav xwe da verastkirinên nû yên ji bo têkoşîna dijî terorê dihewîne tên kirin.
Ji bo xala 1emîn a pêşnûmayê HDPyê pêşniyazname dabû û li ser vê Parlamenterê HDPyê yê Stenbolê Şik ji bo axaftinê destûr xwest û îdia kir ku desthilatdariya AK Partiyê meşrû nîne.
Şik di axaftina xwe da got ku li Tirkiyeyê hiqûq hatiye rakirin û wiha pê da çû: "Hûn wê quretiya xwe ya ku ji ber desthilatdariyê ketine nav, bi vir û nezaniya xwe li hev siwar dikin. Êrîşkariya xwe ya li hemberî kesên heqîqetê dibêjin jî hûn bi bêçaretiya xwe va xwedî dikin. Bêexlaqiya we, têrê nake..." li ser van gotinan parlamenterên AK partiyê bertek nîşan dan.
Li ser vê Cîgirserokê Meclisê Mustafa Şentop xwest ku bila li ser kursî li tu kesî heqaret neyê kirin.
- Ji ber dewamkirina rageşiyê navber dan rûniştinê
Piştî gotinên Şik ewilî parlamenterên AK Partiyê û paşê jî yên HDPyê hatin pêş kursî û ji ber ku rageşî dewam kir Cîgirserokê Meclisê Şentop bi qasî 5 deqîqeyan navber da rûniştinê. Parlamenterên ku li pêş kursî nîqaş kirin paşê derbasî cihê xwe bûn.
Wextê navber qediya Şentop destnîşan kir ku gotinên Şik li dijî rêziknameya navxweyî ye û pêşniyaz kir ku bila Şik bi qasî du rûniştinan ji Meclisê bê dûrxistin.
Di encama dengdayînê da cezayê ji du rûniştinên meclisê derxistinê li Şik hat birîn û ew tevlî hin parlamenterên ji partiya xwe ji eywana Lijneya Giştî derket.
Wê ji sê paran duduyê mehaniyeke Şik jî wekî ceza bê birîn.