Alîkarê Serokwezîr Akdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha nivîsî: "Pêvajo bi îradeyeke siyasî ya xurt û bibiryarî dewam dike. Ji bo ku em bigîhîjin encamê, hevdîtin bi bawerî û nêtên baş ve bi lez dewam dikin."
Akdogan, serê sibê bi Cîgirseroka Koma HDPyê Pervîn Bûldan û Parlementerê Stenbolê Sirri Sureyya Onder yên ku di lijneya Îmraliyê de jî cih digrin re, hevdîtin kiribû.