Parlementoya Ewropayê der barê bûyerên di sala 1915an de pêşnumayeke biryarê ku piştgiriyê dide îdiayên ermeniyan û bangî Tirkiyeyê dike ku tezên ermeniyan qebûl bike, bi pirdengî qebûl kir.
Di dengdayîna di lijneya giştî ya Parlementoya Ewropayê de daxuyaniyên Papa Francîscus ên der barê îdiayên ermeniyan de jî li metnê hat zêdekirin.
Pêşnumayê koma Demokrasî û Azadiyê ya Ewropayê (EFDD) da û pêşnuma li dijî 269 dengî bi 351 dengî hat pejirandin.
Di vê biryarê de bûyerên di sala 1915an de wek "komkujî" tê terîfkirin û bang li Tirkiyeyê tê kirin ku bi serboriya xwe re rû bi rû bibe û îdiayên ermeniyan ên der barê bûyerên sala 1915an de qebûl bike.
Tê texmînkirin ku biryara Parlementoya Ewropayê ya der barê bûyerên sala 1915an de Tirkiyeyê girê nade û wê Tirkiye bi rêyên diplomatîk biryarê red bike.