DAVOS
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Seehof Hotelê di civîna çapemeniyê de axivî.
Davutoglu der barê êrîşa Somaliyê de got ku ew bi Balyozê Tirkiyeyê yê Somaliyê re axiviye û Somalî ji hêla ewlahiyê ve bi rîsk e.
Davutoglu wiha axivî: "Ne bi tenê ji ber ziyareta Serokomar, çend roj berê di êrîşa terorê de jî hêzên ewlekariyê mirin. Vê êrîşê de jî sê birayên me yên ji Somaliyê mirin. Rexma Xwedê li wan be. Li hember otêla ku heyeta me tê de bû êrîş hat kirin. Lêkolîn tê kirin ku ka bê tespîtkirin gelo êrîş rasterast li me hat kirin an na. Balyozên me bi rayedarên Somaliyê ve hemû tevdîran dibînin."
Davutoglu got ku di sala 2012an de jî ew di rewşeke nebaştir de çûne Somaliyê û wiha axivî: "Qasî ku ez dibînim Birêz Serokomarê me dixwaze ku here wir. Her tim rîsk hene, lê di van rewşên bi rîsk de be jî biryara Tirkiyeyê naguhere. Polîtikaya me ya Afrîkayê ji bo me pir girîng e."
Davutoglu got ku ji bo ku îxracata Tirkiyeyê dewlemendtir bibe, ji hêla aboriyê ve bazareke firehtir çêbibe Tirkiye bi welatên cîran re pêwendiyan pêk tîne. Dema ku li welatên cîran pirsgirêk çêdibin Tirkiye bi welatên Afrîkayê û Amerîkaya Latîn re têkiliyan datîne.