ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê pêşniyaziya guhastina ku dê di Destûra Bingehîn de were kirin û bi vî hawî hukmê partîgirtinê yê "ji binî ve" ji holê rabe de wiha xeberda: "Heke ku çar partî were bal hev, heta çar partî jî ne hewce ye, heke partiya deshelat û partiya sereke ya muxalefetê werin bal hev dikarin vî karî hel bikin. Bira ev êdî bi temamî ji rojeva gel derkeve. Ji wê şûnde bila tu kes li meydanan negere û nebêje ku min ji çûkan xeber stend, wê partiya min bigrin."
Erdogan di axaftina xwe ya li civîna mixtaran a çaremîn a li Qesra Serokomariyê de destnîşan kir ku wî li Serokomariyê ji bajarên Enqere, Stenbol, Yalova, Tekîrdag, Edîrne, Çanakkale, Kocaelî, Kirklarelî û Bîlecîkê mazûvaniya 424 mixtaran kir.
Erdogan got ku vir mala gel e û wiha pê de çû: "Em ne siyasetmedar, Serokwezîr, Şaredar û Serokomarekî wisan in ku di navbera wan û gel de dîwarên bilind, têlên tuj û bariyelên hesinî hene. Em ê her tim di nava gel de bin û li cem wan bin. Bi bernameyên li Serokomariyê, bi bernameyên din ên ku ez beşdar dibim û bi ziyaretên xwe yên ji bo bajaran ve ez her dem di nava gel de me. Ez eşkere dibêjim, roja ku ev bend qetiya, ew roj jî dawiya me ye. Çawa ku cihekî lê oksîjen tunebe însan nikare lê nefes bistîne û bijî, herwisa wexta ku muhebeta me bi gel re qediya, wêçaxê em ê bênefes bimînin."
Serokomar Erdogan diyar kir ew wisa bawer dike ku herî baş mixtarên birayên wî, wî fêm dikin û wiha domad:
"Ji ber ku hûn ew şax in ku nêzîktirê çinara demokrasiyê ne. Hûn guh medin wan kesên ku têra hişê xwe naxwazin mixtar li ber çavên wan keve û mixtaran piçûk dibînin. Ji vî bawer bin heke ew ji taxên ku lê rûdinên bibin namzed nikarin bi ser kevin."