DIYARBAKIR
Parlementera Serbixwe ya Wanê Aysel Tûglûkê der barê daxwaza berdanê ya parlementerên BDPê ku hatibû redkirin de got: "Em hêvî dikin, ji vê biryara ku prensîba hiqûqê ya wekheviyê binpê kiriye vegerin û biryareke li gorî wekheviya hiqûqî bidin. Ev biryara ku hatiye dayîn ne li gor pêvejoyê ye jî."
Tûglûkê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hiqûq ne ji bo kesekî bi tenê, ji ber ku gerdûnî ye ew ji bo her kesî bêşert û merc derbas dibe û vê biryara ku hatiye dayîn baweriya kurdan a bi hiqûqê kêm kiriye û wiha dewam kir: "Redkirina daxwaza berdana parlementerên partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) nîşan da ku li Tirkiyeyê 'Hiqûqa ku ji bo gelê kurd' û 'Hiqûqa ku li ser kesên ne kurd in' tê sepandin nîşan dide ku pergala hiqûqê ya bi dubendî tê sepandin. Ew mafên hiqûqî yên ku didin her kesî dema ji bo kurdan be nayên dayîn. Redkirina daxwaza berdana parlementerên BDPê jî nîşan da ku di pergala hiqûqê de cihê gelê kurd tuneye. Heke ku em dixwazin li ser bingeha hiqûqa biratiyê bi hev du re bijîn lazim e ku hiqûqeke bê kurd, siyaseteke bê kurd, demokrasiyeke bê kurd û jiyaneke bê kurd nefikirin. Di pêvajoyeke wiha de ev biryara ku hatiye dayîn pir bi watedar e. Lewra ev biryara ku hatiye dayîn li dijî pêvajoya ku em tê de ne ye."
Tûglûkê diyar kir, hin kes bi zanayî dixwazin, bi vanbiryarên ku tên dayîn pêvajoyê bixin nav tengasiyê.