Fatih Gazioğlu
09 Hezîran 2017•Rojanekirin: 09 Hezîran 2017
ANKARA
Wezareta Karên Derva der barê referandûma Herêma Kurdistanê da daxuyaniyek da û wiha got: "Li gor me ev dê xetayeke mezin teşkîl bike. Polîtîkaya Tirkiyê der barê Iraqê de ew e ku axa Iraqê parçe nebe û yekîtiya siyasî bê mihafezekirin."
Li gor daxuyaniya ku ji wezareta hat dayîn Tirkiyeyê der barê referandûmê polîtîka û rexneyên xwe beriya vê bi hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê re parve kirine. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Referandûma ku tê plankirin 25 îlona 2017an li Herêma Kurdistanê bê kirin wek xeta dibînin. Li gor me ev dê xetayeke mezin teşkîl bike. Polîtîkaya Tirkiyê der barê Iraqê de ew e ku axa Iraqê parçe nebe û yekîtiya siyasî bê mihafezekirin. Ev îlke ji bo îstîkrareke mayînde, aşîtî û ewlehiya herêmê şert e."
Di daxuyaniyê de nirxandin wiha hat kirin:
"Referandûm ne di berjewendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê de ye. Di vê heyama ku li herêmê geşedanên krîtîk rû didin teserrufa mewzûbehs dê bêîstiqrariyê zêdetir bike û encamên neyênî derxîne holê."
Herwiha bal hat kişandin ser bilindkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê ku ji aliyê Walî Necmeddîn Kerîm ve hatibû kirin û van îfadeyan cih girt:
"Tirkiyeyê ragihandibû ku li dijî vê hewlê ye. Em biryara rêveberiya Herêma Kurdistanê ya li ser referandûma serxwebûnê ku di xîlafa tewsiye û hişyariyên me de daye jî di vê çarçoveyê de dinirxînin. Polîtîkaya Tirkiyê der barê Iraqê de ew e ku axa Iraqê parçe nebe û yekîtiya siyasî bê mihafezekirin. Ev îlke ji bo îstîkrareke mayînde, aşîtî û ewlehiya herêmê şert e.
Meseleya herî muhîm a li ber Iraqê şerê DEAŞê ye ku di vê mucadeleyê de mesafeyeke muhîm hat derbaskirin. Divê texrîbata însanî, siyasî, aborî û civakî were tamîrkirin, welat jinûde were avakirin û îstiqrara mayinde were tesîskirin. Hemahengiya di têkoşîna DEAŞê de divê piştî wê jî were dewamkirin. Divê hemû mijarên pêşeroja welat eleqedar dikin di çarçoveya meşrûiyeta destûrî û navneteweyî de werin nirxandin. Wek din di van şert û mercên neasayî de referandûmeke ku li deverên statuya wan binîqaş e jî were kirin dê îradeya xelkê diyar neke.
Ji dêvla zirarê bidin yekîtiya Iraqê divê bi ruhê diyalog, dilfirehî, lihevkirinê di navbera hemû unsûrên Iraqê de were peydakirin û rêveberiya li ser prensîba merkeziyeta ademî were tesîskirin. Li gor destûra Iraqê jî erk û hêz werin parvekirin û yekîtî û tebayiya welat were bihêzkirin."