30 Gulan 2016•Rojanekirin: 30 Gulan 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş Di civîna Lijneya Wezîran de: "Rewşa Sûr, Cizîr, Silopî, Îdil û Yuksekovayê bi hurgilî hat nirxandin. Li van 5 navçeyan bi giştî 6 hezar û 320 avahî hatine xirabkirin. Heke em van wek daîre bifikirin dike 11 hezaran. Ji bo xirabkirin û çêkirina van di vê pêvajoyê de bi giştî 855 milyon lîra wê bê xerckirin."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş lî ser mijara rêxistina paralel da jî wîha axivî: "Bi biryara pêşniyaza MGKyê va di têkoşîna dijî rêxistina paralel da qonaxeke nû dest pê kiriye. Rêxistina Dewleta Paralel di civîna MGKyê da cara ewil bi biryara pêşniyazê va wekî rêxistineke terorê hatiye wesifandin û çarçoveya sereke ya têkoşîna ji îro şûnda jî rengê têkoşîna dijî rêxistineke terorê wergirtiye. Anku her tiştekî pêwîst dê bi destê hem hikûmet û hem jî darazê va bê bicihkirin û bêyî astengî dê bê meşandin."
Kurtulmuş der barê serbestiya vîzeyê de got : "Em hêvî dikin ku cidiyeta Tirkiyeyê û tevgera wê ya bi îradeyeke xurt ya li ser vê mijarê tu caran neyê îstismarkirin. Bi nêrîneke mizmiz li ser mijara serbestiya vîzeyê ya Tirkiyeyê tevgerîn, vê meseleyê paşva avêtin ne rast in. Hin siyasetmedarên Ewropayî ji bo ku ev mesele bê tehirkirin tevdigerin ku em van tevgerên wan dizanin û em dixazin eşkere bikin ku ev tevgerên wan ne rast in."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş: "(Dengdana îdiayên derbarê Ermeniyan da li Almanyayê) Karê parlementoyan nîne ku der barê bûyerên 1915ê biaxivin, biryaran bidin û tesbîtan di vê mijarê da deynin. Kes îtîbarê bi gotinên parlementoyan nake ji ber ku ev kar ne karê wan e. Têkdan û tevlihevkirina defterên dîrokî, qet ne wezîfeya parlementoyan ne."