Parlementerê BDPyê yê Diyarbekirê Altan Tan li meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û polîtîkayên aboriyê yên hikûmetê rexne kir.
Tan got ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan dibêje ku li hember şantaj û gefxwarinan dê bejna xwe netewîne, lê ew teslîmî 'rantiyeyê' bûye. Serokwezîrê ku ji Kasimpaşayê ye digot ku lobiya ribayê dixwaze Tirkiyeyê bişêlîne, çi bû ku ew teslîmî lobiya ribayê bû.
Tan diyar kir ku sedema zêdebûna ribayê xebatên ne baş ên li ser aboriyê ne û wiha axivî: "Lobiyên ribayê çima ji Almanya û Japonyayê re gefan naxwin. Lewra xelk di şûna gotinên vala de aboriyeke baş çêdikin. Rewşeke balkêş e, îxracata giştî ya 56 welatên îslamê 900 milyar dolar e. Ji sedî 75ê vê jî neft e. Lê ya Almanyayê bi tena serê xwe 956 milyar e.