ANKARA
Weqfa Nivîskar û Rojnamevanan ji ber rewşa welêt, bûyerên dawî yên der barê lêpirsînên gendelî, bêrêtî, wezîfeguhertinên li darazê û ewlekariyê de bangî serokomar kiribû ku bila ew wezîfeya xwe bike. Li ser vê Serokomar Abdullah Gul wiha got: "Ma ez ne li ser wezîfeya xwe me? Daxuyaniyên min, mudaxaleyên min, hevdîtinên min ne veşartî ne. Hemû li ber çavên raya giştî tên kirin."
Serokomar Gul û Serokê Dewleta Romanyayê Traîan Basescu li Qesra Çankayayê civîna çapemeniyê ya hevpar li darxistin. Gul di civînê de pirsên rojnamevanan bersivandin.