TOKYO
Ji bo serdana Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan a Tokyoyê li ber Mêvanxaneya Dewletê merasima leşkerî hat lidarxistin. Merasimê bi xwendina sirûdên her du welatan dest pê kir. Serokwezîr Erdogan û hempîşeyê wî Şînzo Abe silav dan desteya merasimê.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan pişt re beşdarî konferansa rojnameya Nîkkeî bû û li vir axivî.
"Li Sûriyeyê terora dewletê heye"
Serokwezîr Erdogan destnîşan kir ku edî li dinyayê terora dewletê jî desthilat e. Ev gelek eşkere û diyar e û wiha dewam kir: "Yek ji van dewletan jî Sûriye ye. Li Sûriyeyê terora dewletê heye. Vaye ev nêzî 3 salan e ku li vî welatî wek komkujiyê 130 hezar însan bi çekan tên kuştin. Li hemberî van yekan ez êdî helwesta dewletên dinyayê fêm nakim."
- Konferansa Cenevre 2yê
Erdogan wiha dewam kir: "Înşeallah dê encameke baş ji Cenevre 2yê derkeve û ji bo ku li Sûriyeyê heyameke bê Esad dest pê bike gav bên avêtin. Ger ku dîsa kujerê 130 hezar însanan bikin serokê Sûriyeyê, li Sûriyeyê ev rewş naguhere, ev pêvajo dê dewam bike. Lewra gelê wir rêvebiriyeke ku êdî rêzê ji raya wan re bigre dixwaze."
Serokwezîr Erdogan diyar kir ku teror sûcekî mirovahiyê ye û divê teqez li hemû derê cîhanê li hemberî terorê têkoşîn bê dayîn.