15 Sibat 2017•Rojanekirin: 15 Sibat 2017
DOHA
Eşkere bû ku di warê aborî, vejen, pîşesaziya berevaniyê, binesazî, avedanî û veberhênana hevpar da telîmat dan Lijneya Kordînasyona Tirkiye-Erebistana Siûdî û herwiha Lijneyê jî li ser vê emrê di dana 6 mehan da plansaziyeke çalakiyê amade bike û pêşkêşî rayedaran bike.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Serokomariyê hat wergirtin, seredana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi pêşwazîkirina germ û semîmî ya rayedarên Siûdiyê va dest pê kir û herwiha di hevdîtinan da mijarên wekî peywendiyên dualî û babetên herêmî hatin rojevê.
Di hevdîtinan da rayedarên Siûdiyê bal kişandin ku ew, ewlekariya Tirkiyeyê wekî ya xwe dibînin û girîngiyê didinê û ji ber hindê jî ew amade ne ku ji parvekirina îstixbaratê heya têkoşîna dijî terorê, di her warekî da hevkariyê bikin.
Di hevdîtinan da herwiha rewşa Sûriye û Iraqê jî hat gotûbêjkirin û Siûdiyê diyar kir ku ew, piştevaniya pêvajoya Astana û Cenevreyê dikin.
Herwisa di bareyê mijara geşedanên li Yemenê da jî rayedarên Siûdiyê agahî parve kirin. Dîsa xaleke din a ku der barê da nêrîna herdu welatan wekî hev e ew e ku muxalefeta Sûriyeyê divê yekdeng û yekenî beşdarî gotûbêjên Cenevreyê bin.
Dîsa li ser mijara yekîtiya axa Sûriyeyê jî layenan li hev kirin ku di şexsê PYD/YPGyê da destûrê nedin rewşeke fiîlî ku jixwe Tirkiye di mijarê da gelekî hesas e.
Eşkere bû ku di warê aborî, vejen, pîşesaziya berevaniyê, binesazî, avedanî û veberhênana hevpar da talîmat dan Lijneya Kordînasyona Tirkiye-Erebistana Siûdî ku hefteya borî li Enqereyê civîna xwe ya pêşîn pêk anîbû. Herwiha Lijneyê jî li ser vê emrê di dana 6 mehan da plansaziyeke çalakiyê amade bike û pêşkêşî rayedaran bike.
- Li Behreynê çêkirina mizgeftekê
Hat ragihandin ku di ziyareta Serokomar Erdogan a li Behreynê da Qralê Behreynê El Xelîfe ji Serokomar Erdogan xwest ku ji bo bîranîna ziyareta xwe bira li Manamayê mizgefteke 15-20 hezar kesî bi endazyar û mîmarên tirk bide çêkirin û Erdogan jî erênî li pêşniyazê mêze kir û got ku ewê projeyekê bide amadekirin.