24 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2016
ANKARA
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar got: "Van namerda, van xayînên ku unîforma li xwe kirine, zirareke pir mezin dan welatê me, milletê me û bi taybetî jî hêzên me yên çekdar. Ew ê teqez li ber edaletê bi cezayê herî giran werin cezakirin, tu gumana me ji vê tuneye."
Orgeneral Akar, Fermandarê Hêzên Bejahiyê Orgeneral Zekî Çolak, Fermandarê Hêzên Deryayî Oramîral Bulent Bostanoglu, Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Abîdîn Unal, Cîgirê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Korgeneral Îbrahîm Yaşar û Serokê Duyemîn ê Sererkaniyê Orgeneral Yaşar Guler sersaxî da Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala.
Ala li ber deriyê wezaretê pêşwaziya fermandaran kir û paşê derbasî miqamê Ala bûn.
Wezîrê Karên Navxweyî Ala diyar kir, ji bo ku welêt bigîje armancên xwe ew bi hev ra hewildanê didin û bi bîr xist ku grûbek ketiye nav Hêzên Çekdar ên Tirk û êrîşî millet kir.
Ala diyar kir: "Ev çete û terorîst wê tu wextî li vî welatî însiyatîfê nekin destê xwe. Rê nedin ber vî welatî, pêşiya vî welatî negrin, lê zirarê didin, çi heyf." Ala got ku millet li benda yekîtî û bihevrabûnê ye.
Wezîr Ala wiha dewam kir: "Ji bo hemû pirsgirêkan em bûn yek vicûd me yê bi îradeya gel va zehmetî çareser bikirana, lê vaye dîsa çeteyeke terorîst, grûbeke nemerd hewl da ku vê îradeyê têk bibe û tarûmar bike, lê di bin da ma. Piştî vî qasî jî kê ji bo van yekan hewl bide wê di bin da bimîninî, lê înşallah em ê îhtimalên hewildanên wan jî ji holê rakin û însiyatîfan hildin."
Sererkan Orgeneral Akar jî ji bo kesên ku di hewldana derbeyê da şehîd bûn rehmet, ji bo xaziyan jî rehmet xwest. Akar serxweşî da Wezîrê Karên Navxweyî Ala û bal kişand ku Hêzên Çekdar ên Tirkan timî li cem gel e.
Akar destnîşan kir ku ew seba yekîtî û ewlekariya welat gelekî xîret dikin û da bibîrxistin ku di vê rêyê da şehîd û xazî hene.
Orgeneral Akar diyar kir ku bi taybetî di van demên dawîn da di têkoşîna dijî terorê da leşker, polês, cendirme, meqamên mulkî û edlî gelekî dixebitin û wiha dewam kir:
"Heger em leşker û polês bi hevra bi heman biryar, ezm û xîretê va seba welat û miletê xwe bimrin emê bibin şehîd, em bimînin jî emê bibin xazî. Emê bi vê bîr û baweriyê va di mijara ewlehiyê da wezîfeya xwe bi awayekî herî baş bînin cih."
Piştî ziyareta ku bêyî amadebûna çapemeniyê dewam kir, Orgeneral Akar û yên bi pê ra ber bi Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê ya ku di hewldana derbeya FETO da hat bordûmankirin, bi rê ketin.