11 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2015
İSTANBUL
Serokê DYAyê Barack Obama telefonî Serokomar Erdogan kir û diyar kir ku êrîşa terorê ya li Enqereyê bi tundî şermezar dike.
Li gor agahiyên ku jinçavkaniyên Serokomariyê hatin bidestxistin Erdogan û Obama îşev ser telefonê axivîn.
Obama telefonî Erdogan kir û destnîşan kir ku êrîşa terorê ya li Enqereyê bi tundî şermezar dike û wek DYA dê di têkoşîna bi terorê re de wekî her dem ligel Tirkiyeyê bin.
Obama ji bo kesên ku di êrîşa li Enqereyê de mirin sersaxî da û ji birîndaran re şifaya xêrê xwest û diyar ki ku êşa Tirkiyeyê parve dikin.
Erdogan jî biryardariya Tirkiyeyê ya di mijara têkoşîna bi terorê re de destnîşan kir û bal kişand armanca vê êrîşa menfûr ew e ku aramî û îstiqrara welêt xira bike.
Dan zanîn ku Serokomar Erdogan û Serokê DYAyê li hev kirin ku di rojên beriya me de li ser telefonê hevdîtineke berfirehtir bikin.