28 Îlon 2015•Rojanekirin: 28 Îlon 2015
NEW YORK
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: "Divê em hemû li nîjad, kok û mezheba terorê nenêrin û giringiyê bidin vê meseleyê. Pirsgirêkên Tirkiyê yên bi terorê re girêdayî pir in. Tirkiye bi rêxistinên wekî DEAŞ, PKK û DHKP-C û gelek rêxistinên terorî yên din re rûbirû ye. Helwesta Tirkiyê ya dijî rêxistinên teror, li hemberî hemû rêxistinan yek e."
Davutoglu li Neteweyên Yekbûyî (NY) civîna çapemeniyê li dar xist û di civînê de destnîşan kir ku, ew vê hefteyê beşdarî gelek civînên paye bilind bû û di civînan de him li ser mijarên ku civaka navneteweyî him jî yên ku hemû kesî eleqedar dikin sekinîn.
-Ewê li ser mijarên bi terorê re têkildar were axaftin
Davutoglu destnîşan kir ku dê sibê civîneka girîng ya din bê kirin û wiha axivî:
"Em ê di wê civîna dê Serok Obama jî beşdar bibe de, li ser mijarên bi terorê re eleqedar biaxifin. Divê em hemû li nîjad, kok û mezheba terorê nenêrin û giringiyê bidin vê meseleyê. Pirsgirêkên Tirkiyê yên bi terorê re girêdayî pir in. Tirkiye bi rêxistinên wekî DEAŞ, PKK û DHKP-C û gelek rêxistinên terorî yên din re rûbirû ye. Helwesta Tirkiyê ya dijî rêxistinên teror, li hemberî hemû rêxistinan yek e. Ezê di civînê de li ser xebatên Tirkiyê yên dijî terorê û nêrîna Tirkiyê ya ser terorê de biaxifim."
-Civîna li ser koç û koçberan
Davutoglu got ku hejmareke mezin penaber hatine Ewropayê, ew ê dîtinên xwe yên der heqê vê mijarê de bi hevkarên xwe re parve bike. Davutoglu got ku ew ê di civîneka derbarê mijara koç û koçberiyê de jî biaxife.
Davutoglu ragihand ku ew ê îsal di navbera 14 û 16ê kewçêrê de li Tirkiyê jî civînek bê kirin û wiha dewam kir: "Ev civîn, civîna forma kurewî ya derbarê pêşveçûn û koçê de ye. Civîna 8emîn e. Di wê civînê de jî emê li ser mijara koç û koçberiyê fikr û ramanên xwe parve bikin.