DIYARBAKIR
Serokbajara BDPê ya Diyarbekirê Zubeyde Zumrutê ji ber ku heqaret li Waliyê Diyarbekirê yê berê Mustefa Toprak kir salek cezayê hepsê xwar.
Zumrutê ji ber ku di 11ê hezîrana 2011an de li kuçeya Hunerê ya navçeya Yenîşehirê di çalakiyekê de der heq Walî Toprak de gotibû "Ma Waliyê we serê xwe xwariye, çawa vê çalakiyê qedexe dike?", doza qamûyê lê hatibû vekirin.
Doz li Diyarbekirê hat dîtin û Zumrutê salek cezayê hepsê xwar. Dadgehê ceza vegerand 7 hezar 80 lîreyî û li gor zagona serbestiya bi qontrol ceza 5 sal paş de avêt.
Zumrutê der barê mijarê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ji bo ku mafên kurdan di makezagonê de cih bigrin me li kuçeya Hunerê kampanyaya îmzeyê li dar xistibû. Lê hêzên ewlehiyê hatin û gotin ev çalakî ji aliyê walîtiyê ve hatiye qedexekirin û destûr nedan çalakiya me ya zagonî. Min der barê standê de daxuyanî da hêzên ewlehiyê. Min di dadgehê de jî got ku min tiştekî wiha negotiye. Lê dadgehê îro ceza da min."