Sevim Hatun
25 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2017
XERTÛM
Serokê Meclisa Netewî ya Sûdanê Îbrahîm Ehmed Omer got ku ew di meseleya ometa îslamê û Filistînê de di sefên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de ne û wiha dewam kir: "Gelê Sûdanê li cem te ye, lewra gotinên te yên bo parastina Qudsê wan jî temsîl dikin."
Omer got ku ziyareta Erdogan a Sûdanê peywendiyên wan xurttir dike û wiha axivî: "Hêviya me ew e ku peywendiya di navebera meclisên herdu welatan de xurttir bibe û ev peywendî bigihîje asteke wisa ku berjewendî û daxwazên gel bên bicîanîn."
Omer peymana handana veberhênanê ya ku di sala 2014an de bi Tirkiyeyê re hat çêkirin bi bîr xist û got ku ev peyman berjewendiyên herdu welatan bi hev ve girêda.