Elif Orhan
25 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
HARTUM
Bi merasima ku li Meclisa Dostan a Sûdanê hat kirin Zanîngeha Hartumê di beşa hiqûqê de doktora ya fexrî da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan.
Erdogan di merasimê de axivî û bal kişand ziyareta Sûdanê li gor wate û girîngiya xwe bi rastî jî têr û tijî derbas bû û wiha dewam kir: "Digel têkiliyên fermî derfeta me çêbû ku ji foruma kar heta ziyareta Port Sûdanê bi her aliyê civaka Sûdanê re bên bal hev. Min îro ji Birêz Serokomar bi taybetî rica kir. Em derbasî Port Sûdanê bûn, ji wir derbasî Giravê bûn (Girava Sevakînê) Wir restorayona mizgeftên henefî û şafiiyan ên ku TÎKA dike heye.
Min got ku 'Hûn hema vê giravê tehsîsê me bikin û em jî wiha restora bikin, vê giravê dîsa bikin layiqê şanê wê yê berê. Ji ber ku dema me Girava Sevakînê dît em xemgîn bûn. Ser û bino kirine. K,? Rojava. Di qarektera Rojava de ev heye. Bi ser û binkirina wan deran... Hemd ji Xwedê re niha bû nesîbê me ku em ji nû ve restore bikin, rakin ser piyan ez di nav kêfxweşiyeke cuda de me." Erdogan dubare kir ku ji ber vê ji Serokomarê Sûdanê Omer El-Beşîr bi taybetî rica kir û wiha axivî: "Heke tehsîseke wiha bike û em demildest vir dest bi kar bikin emê vê giravê dîsa wekî di wêneyan de îhya bikin, ava bikin û gelê Sûdanê dê bi vê serbilind bibe." Serokomar Erdogan destnîşan kir ku dikarin di tûrîzmê de pêngaveke nû biavêjin û wiha axivî: "Çiye ew pêngava nû? Înşellah heta seyahayên ûmreyê, di dîrokê de wiha bû, dihatine vir û ji vir diçûne Cîddeyê. Em dîsa bi vê rêyê ava bikin û îhya bikin."
Erdogan pirsa "Gelo ev dibin?" li ciwanên kir û got ku "Em dikarin gelo vê hemû bi hev re bikin? Em ê bikin."
- "Bi îzna Xwedê pêşeroj dê ya parzemîna Afrîkayê be"
Erdogan got ku "Bi îzna Xwedê beriya ku dawiya sedsalê bê pêşeroj dê bibe ya parzemîna Afrîkayê. Bes em rast bisekinin, tenê xîret bikin, tenê em serê xwe netewînin bes e. Wekî ku me di mijara Qudsê de serê xwe netewand."
- Avakirina Zanîngeha Sûdan-TirkiyeyêSerokomar Erdogan got ku "Me di vê ziyareta xwe de xebateke din kir. Ew jî avakirina Zanîngeheke Sûdan-Tirkiyeyê ye. Em vegerin hema emê telîmatên vê jî bidin."