Nihat Kavşut
04 Gulan 2018•Rojanekirin: 05 Gulan 2018
ANKARA
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ra ji bo Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê namzedê hevpar yê Îtifaqa Cumhur serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind xist.
Yildirim û Bahçelî piştî serlêdana ji bona namzediya Erdogan daxuyanî dan rojnamevanan.

Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Yildirim der barê îtifaqa ku çêkirine da wiha axivî: "Em di bin banê herî xurt da dikevin vê hilbijartinê. Banê me gel e û îtifaqa me gelê me yê ezîz e. Li pişt vê îtifaqê rihê li Yenîkapiyê heye. Di eşkerekirina namzedê xwe da me tenê girîngî da pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê û hizûr û refaha gelê xwe."