Nihat Kavşut
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Hesen Rûhaniyê Serokomarê Îranê bi telefonê axivîn.
Li gor agahiyên çavkaniyên serokomariyê piştî ku Amerîkayê biryar da û balyozxaneya xwe ya li Tel Avîvê bar kir Qudsê û eskerên Îsraîlê li Xezeyê gule berdan ser xwepêşanderên Filistînî û rageşiya her diçe zêde dibe Teşkîlata Hevkariya Îslamî roja înê li Stenbolê dicive û mijarên di rojeva civînê da hatin gotûbêjkirin.
Erdogan û Rûhanî destnîşan kirin ku ji bona Misilman helwesteke hevbeş nîşan bidin civîna derasayî ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî ya li Stenbolê girîng e û gotin ku divê di çarçoveya Neteweyên Yekbûyî (NY) da mesele bê şopandin.