Elif Orhan
02 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2018
BUENOS AÎRES
Hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re ya di çarçoveya Lûtkeya Serokan a G20ê de xilas bû. Hevdîtinê 50 deqîqe dewam kir.
Têkiliyên dualî yên Erdogan ên di çarçoveya têkiliyên li Qada Fuarê ya Costa Salguero ya ku lûtke lê tê kirin dewam dikin.
Serokomar Erdogan bi Serokê Amerîkayê Trump re hevdîtin kir û hevdîtinê 50 deqîqe dewam kir.
Beriya hevdîtinê Serokê Yekîneyên Federasyonên Fitbolê yên Navneteweyî (FIFA) Gîannî Infantîno bi Erdogan û Trump re di heman wêneyê de cî girt.
- Hevdîtina duyemîn a her du serokan a di lûtkeyê de
Erdogan û Trump duh beriya ku beşdarî rûniştina taybet a bi mijara "Dahatûya Adil û Berdewam" a ku bernameya ewil a lûtkeyê ye bû bibin demekî li ser piyan axivîbûn.
Bi vî awayî her du serok di çarçoveya Lûtkeya Serokan a G20ê de cara duyem hatin bal hev.