Tuğba Altun
24 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2024
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Îbrahîm Reîsî bi mebesta hevdîtina digel Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û beşdarbûna di 8emîn Civîna Konseya Hevkariya Asta Bilind a Tirkiye-Îranê hat Enqereyê.
Balafira ku Reîsî û heyeta pê re anî Enqereyê saet 13.54an li Balafirgeha Esenbogayê danî.
Reîsî li Balafirgeha Esenbogayê ji aliyê Hevserokê Komîsyona Têkel a Aboriyê ya Tirkiye-Îranê (KEK) û Wezîrê Werziş û Ciwanan Osman Aşkin Bak, Alîkarê Waliyê Enqereyê Metîn Selçûk, Wezîrê Petrolê yê Îranê Cewad Ocî, Balyozê Îranê yê li Enqereyê Muhemed Hesen Hebîbullahzade û rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinên fermî yên Erdogan û Reîsî de tê çaverêkirin ku li tenişt têkiliyên dualî, mijarên herêmî yên wekî geşedanên dawî yên li Xezeyê, mijarên herêmî yên weke şerê li Iraq, Sûriye, Qafqasya, Efxanistan û Ukraynayê dê bên gotûbêjkirin.