ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ji bo kabîneya nû bi Serokomar Abdullah Gul re hevdîtin kir.
Erdogan diyar kir ku di kabîneya nû de 10 wezîr hatine guhertin û dest nîşan kir ku alîkarê wî yê nû yê ku hat şûna Bekîr Bozdag Parlementerê AK Partiyê yê Ankarayê Emrûllah Îşler e.
Li gor revîzyonê wezîrên nû ewna ne:
"Parlementerê AK Partiyê yê Karamanê Lutfu Elvan bû Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê. Bekîr Bozdag bû Wezîrê Dadê, Ayşenûr Îslam bû Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî, Mevlut Çavûşoglû bû Wezîrê Yekîtiya Ewropayê, Fîkrî Işik bû Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê, Îdrîs Gulluce bû Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê, Nîhat Zeybekçî bû Wezîrê Aboriyê, Akîf Çagatay bû Wezîrê Ciwanî û Werzişê, Efkan Ala jî bû Wezîrê Karên Navxweyî.