Muhammet Kurşun
22 Gulan 2017•Rojanekirin: 22 Gulan 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo beşdariya civîna Konseya Hevakariya Stratejîk a Asta Bilind Gurcistan-Tirkiyê dê sibe here Gurcistanê.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Serokwezîriyê hatin wergirtin wê di civînê de di çarçoveya biryarên 19ê Tîrmeha 2016an de li ser îmkanên nû yên hevkariyê û mijarên herêmî guftûgo werin kirin.
Yildirim di ziyareta 22 û 23ê Gulanê de wê bi Serkomarê Gurcistanê Giorgi Margvelasvili û karsazên Tirkiyê re bicive.