Fatma Eda Topcu
28 Gulan 2023•Rojanekirin: 29 Gulan 2023
Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ji bo tura duyemîn a Hilbijartina Serokomariyê dengê xwe li Stenbolê da.
Davutoglu digel hevjîna xwe Sare Davutogluyê li Dibistana Seretayî ya Nejat Sabuncu li ser sindoqa bi nimareya 2249 dengê xwe da.
Davutoglu bi bîr xist ku li Tirkiyeyê cara yekemîn e di hilbijartinan de tura duyemîn tê li darxistin û got, "Ser xêrê be. Gelê Tirkiyeyê di jîngeheke aşitiyane de diçe ser sindoqê, ev jî encameke demokrasiyê ye."