Yıldız Nevin Gündoğmuş
28 Gulan 2023•Rojanekirin: 28 Gulan 2023
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ji bo tûra duyem a Hilbijartina Serokomariyê dengê xwe da.
Bahçelî bi partiyiyan va hat Dibistana Navîn a Anittepeyê û dengê xwe avêt sandoqa jimara wê 1297 e.
Bahçelî piştî dengdayinê daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: "Hilbijartina ewil a Sedsala Nû îro temam dibe. Miletê Tirk di nav rewşeke kamil da heyama hilbijartinê derbas dike. Ez ji Xwedê dixwazim ku ji bo gelê me li ser xêrê be. Înşallah ewê ji xêrê ra bibe wesîle."