Mikail Bıyıklı,İrem Demir,Zeynep Yeşildal
23 Adar 2025•Rojanekirin: 24 Adar 2025
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglu di çarçoveya lêpirsîna "bêrêtî"yê ya li dijî ÎBByê da ji aliyê hakimtiya cezayê ya sulhê ya nobedar va hat girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê Şaredarê ÎBByê Ekrem Îmamoglu û 99 şikbaran da ji ber sûcên "rêvebirtiya rêxistina sûcê", "endamtiya rêxistina sûcê", "îrtîkap", "gendelî", "sextekarîya bipisporî", "bi awayekî dereqanûnî bidestxistina daneyên şexsî" û "di îhaleyan da sextekarî", dîsa Îmamoglu, Alîkarê Sekreterê Giştî yê ÎBByê Mahîr Polat û Şaredarê Şîşliyê Resul Emrah Şahan jî di nav da der barê 7 kesan da ji ber sûcê "alîkariya PKK/KCKya rêxistina terorê" da lêpirsîn da destpêkirin ku ew dewam dike.
Hin şikbarên ku karên wan ên li ewlehiyê temam bûn, sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê kirin ku karên wan ên li hakimtiya cezayê ya sulhê ya nobedar temam bû.
Dadgehê biryar da ku Serokê ÎBByê Îmamoglu bê girtin.
Karên şikbarên din ên li dadgehê dewam dike.
- Îmamoglu û 50 berşikên ku ji ber lêpirsînên dijî ÎBByê hatin tewqûfkirin, şandin girtîgehê
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglu jî di nav da 51 berşikên ku ji ber lêpirsînên gendelî û terorê yên dijî ÎBByê hatin tewqûfkirin, piştî miemeleyên li edliyeyê şandin girtîgehê.
Li edliyeyê miemeleyên 51 berşikan temam bûn ku di çarçoveya lêpirsînên Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da li Çaglayanê îfadeyên wan hatin girtin û dû ra ji hêla dadgeriya sulh û cezayê der heqê wan da biryara tewqûfkirinê hat dayîn.
Berşikên tewqûfkirî digel tedbîrên ewlekariyê ji edliyeyê hatin derxistin û bo girtîgehê hatin şandin.
- Li Meclisên ÎBB û Şaredariya Beylikduzuyê dîroka hilbijartina wekîlê şaredar diyar bû
Piştî ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglu û Şaredarê Navçeya Beylikduzuyê Mehmet Murat Çalik ên ku hatin tewqûfkirin û ji peywirê hatin dûrxistin, Walîtiya Stenbolê ragihand ku ji bo hilbijartina wekîlê şaredar, biryar hat dayîn ku Meclisên ÎBB û Şaredariya Beylikduzuyê, 26ê Adarê roja Çarşemê bicivin.
Di daxuyaniya Walîtiya Stenbolê da hat bibîrxistin ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Îmamoglu û Şaredarê Navçeya Beylikduzuyê Çalik, ji hêla Wezareta Karên Navxweyî wekî tedbîra berwext ji peywirê hatin dûrxistin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Di çarçoveya madeya 45emîn a Qanûna Şaredariyê ya jimare 5393 da ji bo hilbijartina Wekîlê Serokê Şaredar, biryar hat dayîn ku Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê 26ê Adarê Çarşemê di saet 13.00an da û Meclisa Şaredariya Beylikduzuyê jî 26ê Adarê Çarşemê di saet 09.00an da bicivin."