24 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2015
Di operasyona hemandemî ya ku li Stenbolê hat kirin de berpirsyarê Karliovaya Bingolê yê PKKya rêxistina terorê Hamdî Î.yê ku navê wî yê kod "Rodî" ye û kurê Azîz Tunçê namzedê parleemnteriyê yê Qehremanmaraşê yê HDPyê Hayrî Tunç hatin binçavkirin.
Ekîbên Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re vê sibê li 8 navçeyan di heman demê de operasyon birin ser 14 navnîşanan. Hat ragihandin ku berpirsyarê Karliovaya Bingolê yê PKKya rêxistina terorê Hamdî Î.yê ku navê wî yê kod "Rodî" ye di nav kesên ku di operasyonan de hat binçavkirin de ye.
Hat îdiakirin Hamdî Î.yê ku mala hucreyê ya rêxistinê ya li Eyubê hat girtin de ji bo çalakiya sansasyonel hatiye Stenbol.
Her wiha di operasyonê de kurê Azîz Tunçê namzedê parlementeriyê yê Qehremanmaraşê yê HDPyê Hayrî Tunç jî hatin binçavkirin.
Miameleyên gumanbaran ên li ewlehiyê berdewam dikin.
- Operasyon
Ekîban li Şişlî, Beyoglu, Eyup, Bayrampaşa, Zeytînburnu, Sariyer, Avcilar û Sultanbeyliyê di heman demê de operasyon biribûn ser 14 navnîşanan û 10 kes binçav kiribûn.
Hatibû îdiakirin ku gumanbar ji bo tevîbûna PKKya rêxistina terorê ji Stenbol ji kampên nav welêt û derveyî welêt re bi rêya qanîkirinê û zordayînê mirovan dibin, beşdarî xwepêşandanên bêdestûr bûne û bi molotofan êrîş kirine.