VAN
Li ser telîmata PKKya rêxistina terorê şaredariyên DBPê û teşkîlatên HDP û DBPê yên li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilat dixwazin qaşo "rêvebiriya xweser" îlan bikin, lê operasyonên hêzên ewlehiyê destûr nedan.
Rêxistina terorê ya cudaxwaz, ji meha tîrmehê pê va dest bi êrîşên xwe kiriye û êrîşî hêzên ewlehiyê û sivîlan dike. Rêxistinê di 27ê tîrmehê da bang kir û got ku "Em gund gund, bajarok bajarok xweseriya demokratîk înşa bikin û pêşiya AKPê bigrin."
Piştî vê daxuyaniyê şaredariyên girêdayî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û teşkîlatên DBP û HDPê ji bo ku bi gotina rêxistinê bike, dest bi xebatan kirin.
Şaredarên bajar û navçeyan û hevserokên partiyan piştî ku daxuyanî dan, hewl hat dayîn ku qaşo "rêvebiriya xweser" werin îlankirin. Ev lîstika rêxistina terorê roj bi roj berbelav bû. Endamên YDG-Ha şaxa ciwanan ya rêxistina terorê, ev wek firsend dîtin. Cihên ku "rêvebiriya xweser" lê hat îlankirin, endamên YDG-Hê jî ji bo ku nehêlin hêzên ewlehiyê têkevin wan deran, bi alîkariya hin şaredariyan li ser rêyan hendek kolan û teqemenî bi cih kirin.
Gelek malbat li ser vê zexta rêxistina terorê ber xwe nedan û koç kirin. Dozgerên komarê ji bo ku mexdûriyetên gel bi dawî bibin, li 4 bajar û 15 navçeyan der heqê rêvebirên HDP û DBPê da lêpirsîn vekirin.
Bi hinceta ku "Bi telîmata rêxistina terorê ya PKK/KCKê serxwebûna dewletê qels dikin û yekîtiya dewletê xerab dikin" der barê 84 kesan da biryara binçavkirinê hat dayîn. Di nav van da şaredar û rêvebirên partiyan yên bajar û navçeyan jî hene.
Ji van kesan 51 kes hatin binçavkirin, 33 kes jî ji ber ku li adresên xwe nebûn, der heqê wan da biryara girtinê hat derxistin. Ji 51 kesan 25 kes bi sûcê ku "Yekîtî û bihevrabûna dewletê xerab kirin" hatin girtin, 26 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
- Qaşo îlanên "rêvebiriya xweser"
Di 9ê tebaxê da li Nisêbîna navçeya Mêrdînê 7 kes hatin binçavkirin û di nav wan da Şaredara navçeyê Sara Kaya jî hebû. Ji van sê kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan, 4 kes hatin girtin.
Di 10 tebaxê da li Şirnexê piştî ku Serokatiya Bajêr ya DBPê daxuyanî da, rêvebirên partiyê Salih Urek û Leyla Îşlek hatin girtin. Endamê meclisa şaredariyê Kamil Kulter bi şertê kontrola edlî hat berdan, der heqê 7 kesan da biryara girtinê hat derxistin.
Di 12ê tebaxê da li Yuksekovaya navçeya Hekariyê piştî daxuyaniya qaşo "rêvebiriya xweser" Hevseroka Navçeyê ya HDPê Leyla Polat jî di nav da 8 kes hatin binçavkirin, paşê bi şertê ku li derva werin darizandin, hatin berdan. Şaredar Ruken Yetîşkîn û 6 kesên din, bi sedema ku tevî daxuyaniyê bûn, der heqê wan da biryara girtinê hat derxistin.
Di 13ê tebaxê li Gimgima navçeya Mûşê piştî ku daxuyanî hat dayîn, kesek hat girtin.
Di 14ê tebaxê da li Hekariyê piştî banga qaşo "rêvebiriya xweser" Şaredara Hekariyê Dîlek Hatîpoglu, endamê meclisa şaredariyê Nurullah Çîftçî, Serokê Navçeya Navend yê HDPê Îsmaîl Sîhat Kaya hatin girtin, der heqê 7 kesan da biryara girtinê hat derxistin.
15ê tebaxê li taxa Baxlara Batmanê piştî daxuyaniyê 5 kes hatin binçavkirin û paşê hatin berdan. Der heqê Şaredarê Batmanê Sabrî Ozdemir da jî biryara girtinê hat dayîn, lê di 4ê îlonê da hat berdan.
Di 14 û 15ê tebaxê da li Sûr û Sîlwana navçeyên Diyarbekirê 6 kes hatin binçavkirin û di nav wan da Şaredarê Sûrê Seyîd Narîn û Şaredara Sîlwanê Yuksel Bodakçi heye. Ji van 2 kes hatin berdan, 4 kes hatin girtin.
Di 18ê tebaxê da li Bazîda navçeya Agiriyê Serokê Navçeyê yê DBPê Muhsîn Kula piştî daxuyaniya qaşo "rêvebiriya xweser" winda bûn. Der heqê girtina Kula da biryara girtinê hat derxistin û ji bo ku bigrin, lê digerin.
Di 19ê tebaxê da li Hîzana navçeya Bidlîsê Kader Sonmez hevseroka qaşo meclisa gel, hat girtin, ji bo ku Muhiyettîn Çetîn jî bigrin, lê digerin.
Di 26ê tebaxê da Şaredarê Erûhê li ser medyaya sosyal daxuyaniya qaşo "xweseriyê" da û hat binçavkirin, lê bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Li Edremît, Îpekyolu, Başkale û Erdîşa navçeya Wanê ji ber ku daxuyaniyên qaşo "rêvebiriya xweser" hat dayîn 4 kes hatin binçavkirin. Di nav wan da Şaredara Erdîşê Dîba Keskîn, Şaredara Edremîtê Sevîl Rojbîn Çetîn jî heye. Der heqê Şaredara Îpekyoluyê Aygul Bîdav û 3 kesên din da biryara girtinê hat dayîn. 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Li Edeneyê piştî bangewaziya qaşo "rêvebiriya xweser" 4 kes hatin girtin.
- Ji bo îlankirina qaşo "rêvebiriya xweser" cezayê heta hetaniyê yê girankirî tê xwestin
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê bi îdiaya ku qaşo li ser "rêvebiriya xweser" daxuyanî dane 8 kes hatin girtin. Di nav van da Şaredara Nisêbînê Sara Kaya jî heye. Ji bo van cezayê hebsê yê heta hetaniyê yê girankirî tê xwestin.
- Şaredarên ku ji wezîfeyê hatin hildan
Di 8ê îlonê da Şaredarê Sêrtê Huseyîn Kiliç ji ber daxuyaniya qaşo "xweseriyê" ji wezîfeyê hat hildan.
Di 8ê îlonê da Şaredara Nisêbînê Sara Kaya bi biryara Midûriya Îdareyên Herêmî ya Walîtiya Mêrdînê ji wezîfeyê hat dûrxistin.
Der heqê Şaredara Cizîrê Leyla Îmretê da jî lêpirsîn hat vekirin û Wezareta Karên Navxweyî Îmret ji wezîfeyê dûr xist.
Di 17ê îlonê da Şaredara Edremîtê Sevîl Rojbîn Çetîn jî bi destê Wezareta Karên Navxweyî ji wezîfeyê hat hildan.
Di 14ê cotmehê da Şaredarê Batmanê Sabrî Ozdemir, Şaredarê Navçeya Beşîriyê Mustafa Ozturk Şaredarê Bajaroka Îkî Kopruyê Osman Karabulut jî ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî va ji wezîfeyê hatin dûrxistin.