NEW YORK
Serokwezîr Ahmet Davutoglu diyar kir ku Tirkiye êdî ne wek berê ye û got: "Dema ku niha qala Tirkiyeyê tê kirin tu kes behsa, qeyran, koalîsyonên bêîstiqrar, hikûmetên pir caran diguheriyan, aboriya ku di şevekê de serobin dibû nake. Niha tu kes ji Tirkiyeyê wekî ku welatekî qeyranan be behs nake."
Davutoglu li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi rêvebirên Komeleyên Tirk-Amerîkan re hat bal hev û destnîşan kir ku di hevdîtinên çarçoveya serdana xwe ya DYAyê de bi karsazên giregir re hat bal hev û li ser Tirkiyeyê xeberdan û wiha pê de çû: "Ez li vê derê bi gelek veberhênanên ku navneteweyî dixebitin re hatim bal hev û me bi hev re firavîn û şîv xwar. Me li ser Tirkiyeyê xeberda û ji wan tu kesî wek welatekî qeyranê behsa Tirkiyeyê nekir."
Serokwezîr qala tesîra Tirkiyeyê ku li çar aliyê dinyayê zêde dibe kir û wiha pê de çû: "Haya her kesî ji vê yekê heye. Bandora Tirkiyeyê li seranserê dinyayê zêde dibe. Tirkiye êdî ne wek salên 90î ku Ewropayê wê wek welatê nexweş bi nav dikir nîne. Hûn ji ber ku li vê derê ne vê rewşê ji nêz ve dişopînin û dibînin. Tirkiye êdî ew welatê ku li ber deriyê IMFyê disekine nîne. Êdî çavê wî li destê IMFyê nîne û bi par wî bi xwe 5 milyar dolar deyn da IMFyê."
"Baweriya xwe bi tiştên ku wê yekîtî û biratiya we bixe nav talûkê neynin"
Davutoglu ji welatiyên Tirkiyeyê yên ku li DYAyê rûdinên xwest ku bila baweriya xwe bi tiştên ku yekîtî û biratiya wan dixe nav talûkê neynin û wiha pê de çû: "Dibe ku fikrên we yên siyasî cihê bin. Nijada we, baweriya we çanda we dibe ku ji hev cihê be. Lê hûn hemû hemwelatiyê wek hev ên dewleta Komara Tirkiyeyê ne. Bi vê yekê bizanibin û çi dibe bila bibe baweriya xwe bi tiştên ku wê yekîtî û biratiya we bixe nav talûkêyê neynin."
Serokwezîr ragihand ku teror sûcekî mirovahiyê ye û axaftina xwe wiha domand: "Teror çawa ku sûcekî mirovahiyê ye, komeke dînî, miletekî, civakekê bi tevahî wek teror nîşandan jî sûcekî mirovahiyê ye."