ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdoganê ku ji bo serokomariyê hat hilbijartin got ku "Ji bo vegerîna Abdullah Beg a li ser partiyê piştî dewir teslîmê tu astengî tune."
Erdogan di resepsiyona xatırxwestinê ya Serokomar Abdullah Gul de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Erdogan li ser pirsên der barê kongreya derasayî de wiha axivî: "Huseyîn Beg wek berdevkê partiyê li ser navê me axaftin kir. Heke Xwedê nesîb bike em dê di 27ê mehê de kongreya xwe ya derasayî bikin û bi vê kongreyê re heta kongreya asayî, kongreya mezin di birêvebiriya partiya me de tu guherîn çênabin. Tenê serokê giştî. Jixwe dê bi rojeva madeyek tenê bicive. Ew jî hilbijartina serokê giştî ye. Serokê giştî dê bê hilbijartin. Rojev ev e."
Erdogan li ser pirsa "Serokomar Abdullah Gul got dixwazim ku vegerim partiyê. Ev yek niha zehf gengaz xuya nake. Di beriya hilbijartinên 2015an de dê kongreyeke we ya derasayî çêbe û gelo dibe ku di wir de bibe giştî? Hûn wêneyeke siyasî ya çawa xêz dikin?" vê bersivê da: "Ji bo vegerîna Abdullah Beg a li ser partiyê piştî dewir teslîmê tu astengî tune."
Hat gotin ku "Lê belê nikare bibe serokê giştî" û Erdogan li ser vê yekê wiha axivî:
"Hûn jî dizanin ku di siyasetê de tu carî valahî çênabe, siyaset valahiyê qebûl nake. Karê ewil ew ji holêrakirina valahiyên ku dibe çêbin e. Pêngava ku dê bê avêtin jixwe der barê vê yekê de ye. Yek jî di serê partiyê de kesek cuda, di serokwezîrtiyê de kesek cuda, ev tişteke xelet e. Pêvajoyeke xelet e. Ji ber wî jî ez hinekî jî di mijara dahatûyê de wisa bawer dikim ku di partiyê de her tişt dê gelek baştir bikeve rêya xwe. Gelek tabiî ye ku Abdullah Beg vegere partiya xwe, partiya me, tu tişt bi qasî wî tabiî nîne ku ji na pê de vegere. Avêtina gaveke bi vî awayî gelek tabiî ye."