ANKARA
Serokomar Abdullah Gul bi sedema dawîlêhatina peywira xwe li Koşka Çankayayê resepsiyona xatirxwestinê da û di resepsiyonê de axaftinek kir.
Gul di serê axaftina xwe de Serokwezîr Recep Tayyîp Erdoganê ku di resepsiyonê de qesd kir û got ku "Ez êdî ji bo Birêz Serokwezîr bibêjim ku 'serokomarê hilbijartî' û wisa bangî wî bikim, li gor wî."
Gul bi gotinên "Birêz Serokomarê hilbijartî, muxterem Emîne Xanimefendî û mêvanên hêja" dest bi axaftina xwe kir û got ku "Wek 11emîn Serokomarê Komara Tirkiyeyê peywira min a 7 salan dê xilas bibe. Ez hatim dawiya wê. Ez bi vê wesîleyê ji ber ku hûn hatin vê resepsiyona ku min û xanima min me bi hev re da, spasiya we hemûyan dikim û dibêjim 'hûn bi xêr hatin."
Gul axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ez Birêz Serokwezîr Recep Tayyîp Erdoganê ku di hilbijartinên ku roja yekşemê hatin kirin de wek 12emîn Serokomarê Tirkiyeyê hat hilbijartin û Emîne Xanimê ji dil û can pîroz dikim. Ez ji Xwedê ji we re serfiraziyê dixwazim. Xwedê di vê peywira ku dê bikeve li ser milê we de arîkariya we bike. Min wek Serokomar di peywira xwe ya sereke ya bidestxistina kordînasyona di navbera saziyên dewletê de, wek endamên beşên rêzikdanîn, birêvebirin û darazê ji we gelek piştgirî dît. Hevkarî û piştgiriyên TBMMê, birêvebir û endamên mensûbê muxalefetê, hikûmetên me, wezaretên me,TSK û saziyên din, şaxên me yên weşanê, hem nav welêt hem jî li derveyî welêt bê guman bi awayekî herî baş di bicîanîna peywira min de roleke gelek mezin lîst û piştgirî dan."
Gul di dawiya axaftina xwe de spasiyên xwe şandin û da zanîn ku dê hefteya bê dîsa bi aliyên cuda yên civakê re bê bal hev.