Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê Etiyopyayê Haîlemarîam Desalegn re hevdîtinên rû bi rû û hevdîtinên nav lijneyan kir û pişt re civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
- Dibistanên rêxistina paralel a li derveyî welêt
Rojnmavanekî pirsa "Gelo di hevdîtinan de mijara rewşa dibistanên rêxistina paralel ên li welatên Afrîkayê hat rojevê an na?" pirsî. Serokomar Erdogan li ser vê pirsê wiha axivî:
"Me wek MGKyê biryara xwe ya pêşniyazê ya der barê rêxistinên îllegal ên ku wek rêxistinên legak xuya dikin lê ji bo ewlehiya me ya neteweyî tehdît in, ragihand hikûmeta xwe. Hikûmeta me jî ev biryar wekî biryara Lijneya Wezîran derxist. Piştî ku wek biryara Lijneya Wezîran derket, pêvajoyeke nû dest pê kir. Ev pêvajo tê wê wateyê ku rêxistina paralel ket Herêma Siyasetê ya Ewlehiya Neteweyî. Êdî li hember vê rêxistina ku hê jî li welatê me hin kes haj bi vê yekê tunin û dibêjinê 'cemeat', têkoşîna me ya bi biryar berdewam dike, dê berdewam bike.
Li welatên ku em diçinê hem ez bi xwe, hem serokwezîrê me hem jî wezîrên me rewşa van dibistanan ji serokên dewlet û hikûmetan re qise dikin û dibêjin ku bila bên girtin û em ew xizmeta ku ew li van deran didin em dikarin bi wesiteya Wezareta me ya Perwerdeya Neteweyî bidin. Wezareta Perwerdeya Neteweyî jî niha xebatên xwe yên der barê vê yekê de hema bêje temam dike. Ji hêla aboriyê ve ji DEÎKa ku girêdayî Wezareta me ya Aboriyê ye dê di qada navneteweyî de peywireke aktîftir hilgire ser milên xwe û vê peywirê bi cî bîne. Hem di fûaran de hem jî di sazkirina van têkiliyan de dê DEÎK cî nede kêmasiyê û xebatên xwe berdewam bike. Her wiha em dê îro li vir di bin organîzasyona DEÎKê de forûmeke karê bikin."