02 Sibat 2016•Rojanekirin: 03 Sibat 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Koşka Çankayayê rîspiyên herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û nûnerên sazîyên civakî yên sivîl qebûl kir.
Serokwezîr Davutoglu vir axivî û got ku "Ez vê bi eşkereyî û rasterast dibêjim, di encama têkoşîna me ya li dijî terorê da wê li Tirkiyeyê teror nemîne, bajarên me ji çal, barîkat û cebilxaneyan paqij bibin. Wê hemû bajar, bajarok, çiya û deştên me ji zirara ku teror dibe sedem xilas bibe û wê welatiyên me bigihêjin hizûr û aramiyê."
- "Em ê bibin dengê wijdanê"
Davutoglu wiha axivî: "Kî çekan bigire destê xwe û berê vê çekê bide birayekî me yê din, kî bixwaze ku bajarên me xira bike, kî bixwaze ku mekanên me yên pîroz ên wekî Mizgefta Fatîh Paşa bi guleyên xwe tehrîb bike em hemûyê dijî wan derkevin û bibin feyza hevpar a van axan û dengê wijdana vê axê. Têkoşîna me bi şebekeyên canî yên ku qesda yekîtî, hizûr û biratiya vî welatî dikin re ye, dijî rêxistinên terorê yên derveyî mirovahiyê ne. Têkoşîna me bi mihraqên menfûr ên wisa çavsorî bûne ku dikarin êrîşî dibistan, nexweşxane, mizgeft û mirovên li kolanan dikin re ye."
- "Em di qonaxeke nû de ne"
Serokwezîr Davutoglu got ku "Em di qonaxeke nû da ne. Rêxistina terorê ya ku ji salên şerê sar maye û berdevkên partiya ku dûvika wê ye, îro bi israr raya giştî tehrîk dikin." û axaftina xwe wiha berdewam kir:
" Heta îro jî tehrîkên xwe domandin. Bi van helwestên xwe va dixwazin ku Tirkiyeyê careke din bikişînin nava şer, pevçûn û aloziya berê. Dixwazin ku em jî piyê xwe li piyê wan din û biçin ser zemîna wan a şerxwaz, dixwazin ku dewlet bibe ya berê û krîzên ku kana terorê ne dîsa rû bidin. Bawer bin, zihniyeta 12 Îlonê û zihniyeta rêxistina terorê ya ku ji wê derket, li ser heman bingehê ne û xwedî zihniyeteke faşîzan in."
- "Teror sektorek e ku îro ji xwîn, nefret û hêstirên çavan xwe xwedî dike"
"Teror sektorek e ku îro ji xwîn, nefret û hêstirên çavan xwe xwedî dike. PKKya rêxistina terorê di serî de, hêzên veşarî yên ku ji tundiyê îstifade dikin û ji xwe re kirine edet, baronên terorê û ticarên çekan di vê sektorê de cih digirin. Emê vê sektorê bi tenê ne di qada ewlehiyê de, bi hiqûq, edalet, wîcdan û merhemetê têk bibin. Emê li ser navê dewletê pozîsyona xwe, ne li gor wê rêxistina terorê ya ku çalakiyên bi xwîn li dar dixe, li gor daxwazên welatiyên xwe kifş bikin."
- "Di destê me de xwîn û hêstirên tu mesûmê tune"
Serokwezîr Davutoglu der barê rexneya "zalimtiyê ya ku hunermendekî kir" de jî wiha axivî:
"Ne tenê xwînrijandina yek masûmekî, em nebûne sedemê hêsirbarîna û girîna tu kesekî bêguneh. Lê eger hinek bixwazin hinekan bigirînin, hinek bixwazin weke Îsraîlê, weke rejima Esed zulmê li mezlûman bikin, hinek bixwazin mîna PKKya rêxistina terorê zulmê li gelê me bikin, em xwedî wê hêza serweriyê ne ya ku Xwedê bi me ve bexşandiye, emê li hember wan bêdeng nemînin."
- "Felsefeya siyaseta me nêrîneke wisa ye ku bingeha wê mirov e"
Serokwezîr Davutoglu got ku "Di çarçoveya bûyerên dilsoj ên ku di van demên dawîn de qewimîn û tecrûbeyan de em ji aliyekî ve dijî hemû nêrînên ku tekparêziyê ferz dike û dijî rêxistinên terorê têkoşîneke gelekî mezin didin, ji aliyê din ve jî hewl didin ku ji ser demokratîkbûnê prensîba welatiyên wekhev bikin serdest hem jî wê çanda kevnar a qedîm di nav reformên nûjen de bi hev re dide jiyan ava bikin."
Davutoglu wiha axivî:
"Felsefeya siyaseta me nêrîneke wisaye ku bingeha wê mirov e, ji wir civaka sivîl û ji wir jî dewletê ava dike. Ji ber wê ez gelekî girîng didim ku bi we re îstişareyê bikim. Hûn amûrên ji rêzê yên vê pêvajoyê nînin."
- "Em dê destûrê nedin ku zirarê bidin destbiketiyên demokatîk"
Davutoglu got ku "Ez ji vir bi awayekî eşkere dibêjim wan kesên ku ji ser têgehên ewlehiyê îdia dikin ku 'Tirkiye dê vegere salên 90î'; em dê têkoşîna bi terorê re de têkoşîna herî biryardar berdewam bikin, di mijara parastina destbiketiyên demokratîk de rêya herî bi dirayet berdewam bikin. Em dê destûr nedin ku têkoşîna bi terorê re zirarê bide destbiketiyên demokratîk, ji ser destbiketiyên demokratîk bajarên me serobino bikin."