02 Sibat 2016•Rojanekirin: 04 Sibat 2016
ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala piştî civîna ku bi parlementerên bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilat re ya ku bi serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Navenda Giştî ya AK Partiyê hat kirin der barê rojevê de daxuyanî dan û bersiva pirsên rojnamevanan da.
Îdiayên li Cizîrê snîpperekî sirb hatiye girtin hat bibîrxistin, Ala li ser vê yekê wiha axivî:
"Ev îdia rast nîne. Snîpperên biyanî hebûn, wekî ku Birêz Serokwezîrê me jî eşkere kir rast e lê nûçeyên dibêjin ku snîpperekî ku hûn qal dikin spekulasyon in, rast nînin. Em tebayê eşkere nakin, ango rewşa welatên cîran, rewşa Sûriyeyê li holê ye. Dibe ku ji wir derbas welatê me bin. Em ewlehiya sînor dikin lê dema ku derbas dibin hin kes tên girtin jî, em bala xwe didin têkiliyên Tirkiyeyê yên navneteweyî û car carna daxuyaniyan didin, niha tu rewşeke ji bo daxuyaniyeke wisa tune."
- "Em ê di nav hefteyek deh rojan de yekîneyek ava bikin"
Wezîr Ala der barê daxuyaniyên Numan Kurtulmuşê Arîkarê Serokwezîr ên wekî di ewlehiya sînor de avakirina pêşenivîsareke nû, di vê çarçoveyê de di nav Emniyetê de avakirina yekîneyeke nû û dê qaçaxçitiya mirovan jî wekî sûcê terorê bê hesibandin de wiha axivî: "Em dê di Lijneya Wezîran a beriya me de di nav ewlehiyê de ji bo ku daîreyek tehsîsê vê karê bikin, di mijara têkoşîna bi terorê re de di nav hefteyek û deh rojan de yekîneyek ava bikin û beşeke nû vekin."
- 'Rêjeya tijîkirina çalan û îmhakirina mekanîzmayên bombeyan gihaşt ji sedî 99an'
Nûçeyên dibêjin ku li Cizîra navçeya Şirnexê di nav birîndarên li qata bodrimê ya apartmanekî de hin serokên rêxistina terorê jî hene hatin bibîrxistin. Ala li ser vê yekê got ku li navçeyê yekîneyên ewlehiyê bi rêxistina terorê re têkoşîneke bitesîr dikin û bi bîr xist ku duh 5 mensûbên ewlehiyê cangorî bûn.
Ala destnîşan kir ku çendî caran ambûlans şandin cihên ku hatin gotin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Wir ya ku li Cizîrê diqewime têkoşîna bi terorê re ye, têkoşîna bi terorîstan re ye û ev nêzî 50 rojan e, îro roja 50yemîn e ku sepana qedexeya derketina derve tê tetbîqkirin û ev ji bo parastina can û malê welatiyên me ye. Zirarên ku wir digihên welatiyên me, pirsgirêkên wan dê bên çareserkirin, tên çareserkirin. Ji niha pê ve jî em ê wir veguherîna bajarê bikin û zirarên wan bên pêkanîn. Rêjeya hendekên ku wir hatin paqijkirin gihaşt ji sedî 99an. Tijîkirina çalan, rakirina bergiriyan û îmhakirina mekanîzmayên bombeyan gihaştiye ji sedî 99an, ma ji sedî 1. Îro dira 80-100î mal maye û wir dê di nav çend rojan de bê paqijkirin. Hemû pirsgirêk ew e ku gihaştin dawiyê. Ji bo ku demildest bêgihêjin vê dawiyê û ji bo ku şeht li têkoşîna bi terorê ya ku hindik maye ku bi ser bikeve honakek hatiye avakirin. Ev honak jî derketiye holê."
- "Operasyonên li Cizîrê dê di nav çend rojan de xilas bibin"
Ala destnîşan kir ku dê operasyona li herêmê di nav çend rojan de xilas bibe û agahiya "Em wisa difikirin ku dê li Cizîrê di nav çend rojan de xilas bibin. Li Sûrê dibe ku heta hefteyek du hefteyan berdewam bikin. Lê wir jî gihaşt ji sedî 85-90î."
Ala der barê banga şer a PYDyê de jî wiha axivî: "Li gor me rêxistina terorê ye. PKK, PYD û DAEŞa vê yekê ferq nake. Hûn jî dibînin ku me bi awayekî gerdûnî hevkariyeke mezin kir û di van mijaran de em dijî hemû rêxistinên terorê yên ku em wan wekî sûca dijî mirovahiyê dibînin re bi hemû mirovahiyê re têkoşînê didin. Ji ber wê daxuyaniya wê, daxuyaniya vê, daxuyanî nede jî dê çi be? Rêxistina terorê rêxistina terorê ye."