MARDÎN
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan: "Ji bo pevçûnên li herêmê, şerê mezhebî, şerê îdeolojîk û miletî Tirkiye modeleke baş e, pêvajoya çareseriyê ya Tirkiyeyê ji bo herêmê reçete ye."
Akdogan di konferansa "Piştgiriya Îqtisadî ya ji bo Pêvajoya Çareseriyê: Turîzma Alternatîf" ya ku bi destê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Tirkan (TUSÎAD) ve li Mêrdînê hat lidarxistin bû.
Akdogan di axaftina xwe ya konferansê de destnîşan kir ku Mêrdîn merivên ji dîn, milet û çandên cuda ne di xwe de dihewîne û kurd, tirk, ereb, misliman, xiristiyan, suryanî û êzdî bi hev re di nav aştî û aramiyê de dijîn.
- "Tirkiye bi pêvajoya çareseriyê peyameke girîng dide herêmê"
Akdogan destnîşan kir ku Iraq bi dehan salan e gola xwînê ye û got ku 25 sal e rûyê gelê Iraqê nakene û her roj êşeke din derdikeve holê û wiha peyivî: "Di dawiyê de jî rêxistina terorê ya nû derket holê û em şahidî trajediyeke mezin dibin."
Akdogan diyar kir ku li herêmê bê îstiqrarî heye û got ku di nav vê bê îstiqrariyê de Tirkiye wek bîrdariya îstiqararê bilind dibe û wiha dewam kir: "Ji bo pevçûnên li herêmê, şerê mezhebî, şerê îdeolojîk û miletî Tirkiye modeleke baş e, pêvajoya çareseriyê ya Tirkiyeyê ji bo herêmê reçete ye. "
- "Tirkiye stargeha mezlûman e"
Yalçin Akdogan di axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî qelîamên li Sûriyeyê 6 milyon kesî koç kir û wiha got: "Mîlyonek û nîv penaber hatin Tirkiyeyê, kesên ku ji qetlîam, zilim û birçîbûnê revîn xwe sipartin Tirkiyeyê. Tirkiye stargeha mezlûman e."
Akdogan diyar kir ku di rojên dawîn de bi hezaran penaber hatin Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Tenê di nav 2 rojan de 150 hezar penaber hatin Tirkiyeyê. Ev serkeftinek e. Tirkiyeyê himbêz û deriyên xwe ji penaberan re vekir. Dewletên mezin tenê temaşe dikin. Dersê didin Tirkiyeyê. Lê hûn çi dikin? Tirkiye milyonek û nîv penaber di nav xwe de dihewîne. Gelo we qet destê xwe avêt binê vî barî?"
- "Kurdên Sûriyeyê dost û hevalbendên Tirkiyeyê yên dîrokî ne"
Akdogan destnîşan kir ku kurdên Sûriyeyê bi awayekî dîrokî ne dostên rejima Esed, dost û hevalbendên dîrokî yên Tirkiyeyê ne û wiha axivî: "Kî piştmêriya kê bike jî, ji ber têkiliyên malbatî û cînartiyê kurdên Sûriyeyê dost û hevalbendên Tirkiyeyê yên dîrokî ne. Ne yên ku di rojên teng de hûn pişta xwe dispêrin wan, lê tenê yên ku dost û hevalbendên dîrokî ne tên alîkariya we."
- "Ev tenê paşdemayîn nîne, ev pirsgirêka bi sîstematîk paşdehiştinê ye"
Akdogan di axaftina xwe de diyar kir ku ev 30 sal in xwîna birayan dirije û êşên mezin tên kişandin û got ku merivên xort û ciwan dikevin bin axê û ji çavên dê û hevalan de rondik kêm nabin.
Yalçin Akdogan destnîşan kir ku piştî ku hatine ser kar bi rêya vekirina demokratîk û bi Projeya Yekîtî û Biratiya Neteweyî polîtîkaya red û înkarê ji holê rakirin û got ku me di vê rêyê de paradîgma guherand.
- "Bêçareserî ne çareserî ye"
Akdogan di axaftina xwe de wiha got: "Em nikarin bêjin bêçareserî çareserî ye. Ne di mesleya Qibrîsê de, ne di meseleya ermenan de, ne di meseleya kurdan de û ne jî di ya Yekîtiya Ewropayê de. Em teslîmî statukoyê nebûn."
Akdogan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Pêvajoya çareseriyê ji bo avakirina Tirkiyeya nû jî projeyeke girîng e."