ANKARA
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag bû mêvanê Maseya Edîtoran a AAyê. Bozdag pirsên Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriyê yê AAyê Şenol Kazancı, edîtor û nûçegihanên AAyê bersivandin.
Bozdag li ser mijarên rojevê axivî û behsa bûyerên siyasî ên dawîn kir.
- Gulen wê wek Humeynî vegeriya Tirkiyeyê
Wezîr Bozdag behsa rêxistina paralel kir û got ku ew di nav dewletê de bi cih bûne û wiha axivî: "De bifikirin hûn wezîr in, telîmatê didin misteşarê xwe û ew dibêje 'ser seran'. Lê paşê diçe li taxa xwe kesên ku jê hez dike, mele an jî em bibêjin kesên din re diaxive û dibêje 'Wezîr telîmateke wiha da, ez bikim an na?'. Ew kes jî heke jê hez bike 'dibêje heman bike', lê jê hez neke dibêje 'na neke'. Wê demê misteşar dibêje 'vê tiştê nekin' û wext ser re derbas dibe û ew tişt tê jibîrkirin û nayê kirin. Pişt re hûn wek wezîr dibînin ku hemû telîmatên we li derve tê bihîstin û heke bê qebûlkirin tînin cih, neyê qebûlkirin nayê kirin. Dewleteke hiqûqê û demokrasiyê ya wiha dibe?"
Wezîr Bozdag der barê 17ê çileya pêşîn de wiha got: "Heke 17ê çileya pêşîn nebûya, an jî dereng çêbûbûya û haya gel ji vê rêxistinê û hêza wê ya li Tirkiyeyê tunebûya, Fetulah Gulen ji Pensîlvanyayê wek ku Humeynî ça vegeriya Îranê, wê wisa vegeriya Tirkiyeyê. Heke em ji vê alî ve lê binihêrin, 17ê çileya pêşîn tê vê meneyê ku Tirkiyeyê ji tiştekî wiha re got "bisekine"."
- "Li gor min îxanet e"
Wezîrê Dadê Bozdag der barê mijara tirên MÎTê de got ku ev îxanet e û wiha dewam kir: "Li gor min mijara tirên MÎTê, meseleyeke ku hiqûq bi zanatî û daxwazî tê binpêkirin û nebaş tê bikaranîn e. Li gor min li Tirkiyeyê û hiqûqa Tirkiyeyê re îxanet e.
- Ji Wezîrê Dadê re miemeleya terorîstan
Bozdag got ku wî miamelaya terorîstan dîtiye û der barê şexsê wî de jî jêpirsîn hatiye destpêkirin.
Bozdag wiha axivî: "Der barê min de ji mijara terorê jêpirsîn dan destpêkirin. Dozgerê ku berpirsyarê terorê ye der barê Wezîrê Dadê yê Komara Tirkiyeyê de der heqê terorê de dosya vekir. De bifikirin, nêrîneke wisa ye ku ji Wezîrê Dadê re miemeleya terorîstan dikin. Ma tiştekî wiha qet dibe? Wezîrên Dadê her tim dozgeran digere."
- Veguherandina dibistanên li derveyî welêt
Bozdag der barê dibistanên li derveyî welêt de wiha got: "Em wisa difikirîn ku ew tenê bi perwerde û dîn re eleqedar dibin, lê em bûn şahidê wan ku ew ji bilî perwerde û dîn bi her tiştî re eleqedar bûne. Em dibînin ku ev sazî li dijî Tirkiyeyê xebat kirine. Wek welêt kehe ku hûn bibînin xebat û hewlên wiha hene wek welat hûnê tevdîran nebînin?"
- "Tu kes ji ber rojnamevaniyê girtî nîne"
Wezîr Bozdag li ser îdiayên ku dibêjin di girtîgehan de rojnamevan hene de wiha got: "Yên ku dibêjin ji ber ku bi tenê rojnamevanî kirine, rojnamevan li Tirkiyeyê di girtîgehan de ne îftirayan diavêjin. Di girtîgehên Tirkiyeyê de tu kes ji ber ku rojnamevaniyê dikin tune ne."
- "Der barê kî hatine guhdarkirin de agahiyên cidî hene"
Bozdag destnîşan kir ku telefona rayedarên payebilind bigre heta yên din hemû hatine guhdarkirin û wiha dewam kir: "Têlefona Serokwezîrê Tirkiyeyê, ya Serokê Sererkaniyê, ya Serokomar, ya Serokê Meclisê û ofîsên wan û têlefonên her kesî tên guhdarkirin. Di destê me de der heqê kesên ku ev têlefon guhdar kirine de daneyên cidî hene. Niha hûn dipirsin, kesekî ku karê wî perwerdehî ye û daneyên ku ji guhdarkirina Serokwezîrê welêt bi dest dixe, ew ê çi bike û ew dane wê çawa bi kêrî wî bê? Dema ku Serokomar, Serokê Sererkaniyê tên guhdarkirin ew ê axaftinan ji bo armancên dînî û yan jî perwerdehiyê çawa bi kar bînin? Ev agahî bi kêrî çi tên? Ev agahî ji kê derê re tên şandin?"